spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di dîroka kurdan de rojnamegerî

Ragihandin ji destpêka jiyanê heta niha pêdiviyeke ji jiyana mirov e. Têkiliya di navbera mirov-xwezayê û mirov-mirov de neçarê ragihandinê ye. Li ser vê bingehê mirov dikare bibêje ku bi watedayîna jiyanê ragihandin destpêkiriye. Her klan û kabîle bi demê re jî her civak û netew li gor pêwistî û taybetmendiyên xwe hin rêbazên cuda yên ragihandinê bi pêş xistine.

Her çiqas li gor temenê mirovahiyê di ragihandinê de rojname rêbazeke nû be jî ji gelek aliyan ve ji sedsala 16’emîn heta niha bandoreke mezin li ser jiyanê kiriye.

Di rastiyê de ‘gazete’ navê sîkkeyekî ye. Di dema Romayê de gel ji bo ku agahiyên di senatoyê de rabigihînin bi navê ‘Fogli Volantî’ kaxizeke derxistine. Ji bo danûstandinê ‘gazete’ hatiye bikaranîn. ‘Gazete’ niha di wateya rojnameyê de di gelek zimanan de tê bikaranîn. Di zimanê kurdî de jî bi heman wateyê peyva rojnameyê tê bikar anîn.

Wek tê zanîn di sedsalên dawî de Kurdistan tim di bin serweriya hin hêzên din de bûye. Piştî avakirina netewdewletan jî Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye parvekirin. Ji ber vê yekê ji aliyê ziman, wêje û perwerdeyê ve kurdan nekaribûye yekitiyekê ava bikin.

Rojnameya yekemîn

Ji bêparbûna yekitiyê kurdan, kurd ne ji aliyê çanda nivîskî de ne jî ji aliyê perwerdeyê de karibûne xwe bi pêşve bibin. Ji ber astengkirin û zextên li ser kurdan rojnameya yekemîn a kurdan hem dereng hem jî li derveyê welat hatiye derxistin.

Malabata Bedirxaniyan bi têkoşîn û berxwedana xwe di dîroka kurdan de xwediyê mîrateyeke mezin in. Rojnameya yekemîn ya kurdan jî bi xebatên yek ji endamê malbata Bedirxaniyan Mîqdat Mîthat Bedîrxan ve hatiye çapkirin. Mîqdat Mîthat Bedîrxan ji ber zextên osmaniyan berê xwe dide Misirê û rojnameya kurdan ya yekemîn a bi navê Kurdistan di 22’yê Nîsana 1898’an de derdixe. Rojanameya bi navê Kurdistan ji ber zextên osmaniyan tenê dikare 31 hejmaran çap bike. 31 hejmarên ku tên çapkirin jî li bajarên wek Kahîre, Cenevre, Londra û Folkstonê hatin çapkirin.

Di rojnameyên kurdî de parastina osmaniyan

Rojnameyên wek Ummîd, Şark-Kurdistan jî rojnameyên kurdî ne. Lê bi hişmendiya xwe, parastina osmaniyan dikin û jiyana di bin serweriya osmaniyan de diparêzin. Lê temenê wan jî zêde dirêj nîn e.

Di ragihandinê de netewperwerî

Di 27’ê tîrmeha 1912’an de li ser bingeha netewperweriyê Komeleya Hêvî hat damezirandin û ji bo ragihandina fikrên wê jî kovara Rojî Kurd hat çapkirin. Ji ber ku Rojî Kurd a mehane tenê çar meh weşanê kir, paşê weke berdewama wê Hetawî Kurd dest bi weşanê dike. Qasî ku tê zanîn 10 hejmarê vê kovarê hene û li gor agahiyên heyî ji ber Şerê Cîhanê yê Yekemîn xebatkarên  komeleyê neçar mane ku tev li şer bibin. Ji ber vê yekê jî karê wan hatiye rawestandin.

Rojnameya temen dirêj; Riya Teze

Partiya Komunîst li Êrîvana Ermenistanê bi pêşengiya 3 welatiyên ermen rojnameya Riya Teze ya bi kurdî çap kir. Di salvegera 4’emîn ya rojnameyê de kurd derbasê rêveberiya rojnameyê bûn. Di heman salê de yanî di sala 1937’an de ziman, çand û muzîka kurdî li Yekitiya Sovyetan hat qedexekirin. Girêdayê van qedexekirinan Rojnameya Riya Teze hat girtin. Lê Riya Teze di 1955’an de dîsa dest bi weşanê kir. Riya Teze di 2013’an de ji ber tunebûna aboriyê neçar ma ku dev ji çapkirina rojnameyê berde. Riya Teze  di dîroka kurdan a heta niha de rojnameya herî temen dirêj e.

Di salên 1980’yan de rojnamegerî

Bi pêşketina Tevgera Azadiyê re weke her qadê, di qada rojanmegeriyê de jî pêşketinên girîng çêbûn. Tovên rojnameya Kurdistan a ku li Kahîreyê hatibû avêtin li bakurê Kurdistanê şax veda. Ji salên 1980’yan şûn de rojnameyên bi navê Serxwebûn, Serhildan, Ozgur Ulke, Ozgur Gundem, Yenî Polîtîka, Ozgur Yaşam, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, 7.Gundem, Yenîden Ozgur Gundem, Toplûmsal Demokrasî, Yenî Yaşam… hatin çapkirin û ji aliyê dewleta tirk ve hatin qedexekirin xebatkarên wan bi cezayan re rû bi rû man. Niha Yenî Yaşam di  bin zextan de be jî bi israr dev ji meşa xwe ya heqîqetê bernade û weşana xwe didomîne.

Mizgîniya bi kurdî: Welat

Ji ber zextên li ser kurd û kurdî rojnameyên ku li Bakur hatin çapkirin piraniya wan bi tirkî bûn. Êdî çavên kurdan li rojnameyeke kurdî digeriyan ji ber vê  yekê rojamegerên kurd ji bo rojnameya kurdî dest bi xebatê kirin û di 22’yê çileya 1992’yan de rojnameya kurdî çap kirin. Rojnameya Welat di nav kurdan de erka dibistana ziman girt ser xwe û ji çand û dîrokê bigire hata siyaset û jiyana rojane kurdan ji her tiştî agahdar kir. Lê desthilatdariya heyî bandora Rojnameya Welat ya li ser gel didît ji ber wê jî nehêşt ku rojname weşana xwe bidomîne. Rojnameya Welat tenê 115 hejmar derket û di 1994’an de hat qedexekirin.

Di sala 1995’an de wek berdewama Welat Welatê Me dest bi weşanê kir. Welatê Me piştî derketina 46 hejmaran ji aliyê dewletê ve hat girtin. Lê rojnamegerên kurd nedixwestin ku kurdan bê rojname bêhilên ji ber vê yekê di 21’ê çileya 1996’an de Rojnameya Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Azadiya Welat di rojeke watedar de di 15’ê Tebaxa 2006’an de dest bi weşana rojane kir.

Li Azadiya Welat bi dehan caran doz hatin vekirin û ceza li xebatkarên wan hat birîn. Di 16’ê tebaxa 2016’an de Azadiya Welat ya ku dengê bi milyonan kurdan bû, bi KHK’ê hat girtin.

Xwebûn

Li dû Rojnameya Azadiya Welat Rojnameya Xwebûn di 2019’an piştî Şeva Yelda yanî 21’ê kanûnê şeva herî dirêj a salê de dest bi weşanê kir û weşana xwe hem li ser medyaya dijîtal hem jî weke rojnameya kaxiz berdewam dike.

Zextên li ser çapemeniya kurd

Erka çapemeniyê ya sereke ragihandina ji bo fikrên girseyan in. Bi van ragihandinan raya giştî dibe xwediyê agahiyan. Li ser vê bingehê dema em li rewşa rojnamegeriya kurdan binêrên ji aliyekî ve zextên li ser wan jî tên fêmkirin. Ji destpêka desthiladariyê heta niha tu hêzên hegemon naxwazin nerazîbûnên di nav gel de derbikevin pêş. Ji ber wê ye ku tim astengiyan ji endamên çapemeniya azad re derdixin.

Li dijî zextan, zordariyan, astengî, kuştin û cezayan jî çapemeniya azad tim li pey şopa heqîqetê çû û xwe gihandi roja me. Niha bi dehan ajans, malper, TV, rojname û kovarên kurdî ji bo rastî di tariyê de nemîne, tevî ku her roj rastî astengkirinên cur bi cur dimînin jî xebatên xwe dimeşînin.

Di roja me de her saziyên ku di qada ragihandina kurdî de cîh digirin hewl didin ku hemû derfetan bi kar bînin û bibin dengê kurdên her aliyê cîhanê.