7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Doza Kobanê de dîmenê îtîrafên Koç ê DAIŞ’î dan temaşekirin

parêzerê Doza Kobanê Ozgur Erol dîmenên îtîrafên endamê DAİŞ’ê Servet Koç ê destê wî di kuştina xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû û gelek kesên din heye, li eywana danişînê bi şandeya dadgehê dan temaşekirin.

Rûniştina sêyemîn a danişîna 37’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.

Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û gelek siyasetmedarên girtî di danişînê de amade bûn. Hevserokên Giştî yên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak û Ekîn Yeter danişîn şopandin.

Di rûniştinê de parêzerê Ayla Akat Ata, Ozgur Erol axivî û pirsgirêkên ku ji ber berdewama rûniştinên bênavber tên jiyîn anî ziman û bertek nîşanî şandeyê da ku di vê biryarê de israr dike. Erol, anî ziman ku wî nikariye di eywana danişînê de parastina muwekîla xwe Ata ya ji bo parastinê amade bike jî guhdar bike û wiha got: “Navê vê rewşa em li vir rast tên yê li sektoreke taybet mobîng e. Bi awayekî hiqûqî jî em di bin tacîza hiqûqî de ne. Em li vir minetê ji kesê nakin. Ez diyar bikim ku ev ferzkirin ne şert û mercên maqûl in.”

Pirsa ‘çima cînayetên DAIŞ’ê kirine cih nagirin?’

Erol, ê pişt re li ser mutalaya dozgeriyê rawestiya, pirsa çima di mutalayê de DAİŞ cih nagire pirsî û wiha got: “Li Edeneyê li ser hev di 8’ê cotmehê de pişt re di 10’ê cotmehê de û du re di 14’ê cotmehê de 3 cînayet hatin kirin. Yê di 14’ê cotmehê de hate qetilkirin Kadrî Bagdû bû. Belavkarê rojnameya Azadiya Welat bû. Du cinayet xistine nava dosyayê lê ya Bagdû ne xistine nav. Yek ji van cînayetan jî Yûsûf Gulduren bû. Dema Gulduren bi hevjîn û zarokê xwe re dimeşiya, ji ber her du paş ve man ji Xwedê re xeberan dibêje. 6-7 endamên DAİŞ’ê yên di wê kêliyê de di nava mînîbusekê de bûn peya dibin Gulderen bi yek guleyê dikujin. Tevî ku kesên Gulduren kuştin bi awayekî zelal DAİŞ’î jî ne di dosyayê de cih nagire.”

Dîmenên koç’ê daiş’î dan temaşekirin

Erol da zanîn ku endamê DAİŞ’ê Servet Koç pişt re têkildarî van her cînayetan ji kurê Kadrî Bagdû re dîmen şandine û ew dîmen li eywana danişînê dan guhdarkirin. Erol, bal kişand ku Koçê ku îtîraf dike destê wî di nav her sê cînayetên hatine kirin de heye, ji bo qelebalixa li Taxa Şakîrpaşa kombûye gulebaran kirin disekinîn.  Erol dû re qala îtîrafên Koç kir û diyar kir ku Koç plankiribû ku 50 kesan bikujin lê ji ber bûyera Gulduren qewimiye nikarîne vê plana xwe pêk bînin.

Dadgeh ji wan daxwazan re bû ‘dîwar’!

Erol, bi lêv kir ku muwekîlên wî beriya niha gotine protestoyên Kobanê hatine provoke kirin, ji bo ev derkeve holê daxwazên wan hebûn lê dadgeh ji van daxwazan re bû “dîwar” û wiha got: “Dozger nedizanî ku ev kes DAİŞ’iyan kuştine ku muwekîlên me bi van cînayetan sûcdar dike? Li gorî nûçeyekê derbarê van kesan de lêpirsîn tê destpêkirin û îfadeyên wan tên wergirtin û tên berdan. Elbet ew ne siyasetmedar in. Çima du salan girtî bimînin! Çûne Sûriyeyê û hatine!”

Faîlan di bin şopa polîsan de cînayet kirin

Erol, bi bîr xist ku Ercan Guler ê tê gotin failê van bûyeran e hatiye binçavkirin û derbarê wî de doz hatiye vekirin. Erol, bal kişand ku derket holê ku Guler jî di dema kuştina Gulduren de amade bûye û beriya ku cînayet pêk were polîsan ev kes beriya hefteyekê dest bi şopandina wan kirine.

Erol, bal kişand ser protestoyên gel ên di meha îlonê de dest pê kirin û di 6’ê cotmehê de gihiştin lutkeyê û li ser banga HDP’ê kir sekinî, destnîşan kir ku heta vê dîrokê jî tu cînayet nehatin kirin. Erol, anî ziman ku di 7’ê cotmehê de ciwanê bi navê Hakan Bûksûr li navçeya Gimgimê bi guleya ji wesayîta polîsan hate berdan jiyana xwe ji dest da û anî ziman ku têkildarî ronîkirina bûyerê tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Erol di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelo wê demê çima ev mirov ji vê cînayetê berpirsyar tên girtin? Bersiveke vê ya hiqûqî nebe, dê ya siyasal û sosyal çawa be? Dîmenên derbarê kuştina Hakan Bûksûr de hene, rapora pispor heye lê hate îdaikirin ku têkildarî kuştina Bûksûr de tu delîl nehatine bidestxistin. Her wiha birîndarkirina giran a Ûgûr Bozkûrt qet li ber çavan nehate girtin.”

Qala cînayetan kir

Erol dû re qala cînayetên di 8’ê cotmehê de li navçeya Qoserê hatin kirin, cînayeta Yûnûs Aktaş a ji aliyê polîsan ve di 9’ê Cotmehê de li Wanê hate kirin, Mûrat Dag ê li Amedê hate qetilkirin, Kamîl Taş ê di 8’ê cotmehê de li Sêrtê hate kuştin û Mahsûn Çoban ê li Amedê di dema protestoyan de hate kuştin kir. Erol da zanîn ku tevî ev cînayet diyar in ji aliyê kê ve hatine kirin jî muwekîlên wan ji ber van cînayetan tên sûcdarkirin

‘Bi ecêbiya hiqûqê re rû bi rû ne’

Erol, bi lêv kir ku bi ecêbiya hiqûqê re rû bi rû mane û bi van gotinan bertek nîşan da: “Ev xeletiyên di îdianameyê de ne, em nabêjin bila di mutalayê de an jî di biryarê de bên rastkirin. Em bi vê yekê hişmendiya îdianame amadekiriye dibînin. Kesekî xwe kuştî û tespîtkirî ye û biryar jî di holê de ye lê neketiye dosyayê. Ev yek pêbaweriya darizandinê bi giştî ji holê radike. Ewlehiya hiqûqî ya muwekîlên me nîne. Em jî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Em nikarin texmîn bikin ku dê çi bi serê me bînin.”