28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojava; ji xeleka agirê tola salan e

Em ji ceribînên dîroka şoreşên cîhanê dizanin ku; hêza herî rast a parastina şoreşê gel bixwe ye, rêya rasteqîn beşdarbûyîna xwe ya parastina nirxên şoreşê ye. Şoreş bi tevgera gelan ava dibe. Mînaka vê yekê jî Rojava ye

Tişta îro pergala kapîtalîst dike komployek nû ye ku li hemberî tevahî civakên Rojhilata Navîn xistiye dewrê. Her çendî em hemû milên vê komployê ya li dijî civakên jêrdest nizanibin jî, lê dîsa jî tê zanîn ku hêzên kapîtalîst û emperyal her tim xwedî emelên qirêj ên dagirkirinê li dijî destkeftiyên herêmê û nirxên wê yên dîrokî ne, plan û projeyên wan hene.

Bi taybetî her roj bi şêwazên nû van êrîşan dibe ser hebûna gelê kurd û destkeftiyên vê civaka mîna erdîngeriya xwe kevnar. Êdî kurd jî dizanin li beramberî vê komployê xwe rêxistinkirin, pêwîstiyek lezgîn a şoreşgerî ye. Li beramberî pêkanîna vê peywîrê ya dîrokî, her çendî seknek leheng û fedayîtî derketibe hole jî, lê di rastiyê de kêmbûnên di asta pêşengiya bîrdozî de heyî, lewazî, li gel wê jî kêmaniyên me hene…

Dewleta tirk a mêtinger çiqas biçûk di fikire, rasîst/faşîst tevdigere; gotinên dike ew çendî bêexlaqî, di kiryarên xwe yên li dijî kurdan de kirêt, bêwijdanî, hovîtî û mekrohî jê difûrê. Mejiyê dewleta qirker her ku diçe kiçkole/biçûçiktir dibe; ji nirxên mirovahiyê dûr dikeve. Ev pergala kedxwar a mêtinger, ji hebûna gelê kurd a li ser rûyê vê xakê, ji navê kurd û Kurdistanê tolê digire, bi bêbextî, dilqetandî êrîşî Rojava dike. Ji her rayêdarên vê pergala nexweş, zikreş, rabin û rûnin, gotina wan a ewil; ‘talan, qirkirin û tunekirina nirxên gelê kurd ’ dibare. Tew Hakan Fîdan ê dewşîrme, her cara ku derdikeve pêşberî ragihandinê û li ser navê Wezîrê Karên Derve qaşo daxuyanî dide; li pêş çavên dinyayê, li hebûna gelê kurd bi qirkirina etnîkî gef dixwe. Ji her gotineke Fîdan, xwîn, xezeb, zikreşî dibare. Balkêş e ku ji rayedarên hikûmeta dewleta tirk, Hakan Fîdan, bi erka tesfiyekirina tevgera azadiyê rabe…

Bêguman cihê ku em jê dest pêbikin, hişmendiya desthilatdar a serdestan e. Hêzên mêtinger wer dizanin ku bi armanc girtina binesazî, bendav, av, êstgeh/stasyonên ceryanê, firin,  embarên genim, dibistan û nexweşxaneyan ku rehên esasî yên jiyanê ne; wê rojavayê Kurdistanê ji sivîlan xalî bike ku ji 4’ê cotmehê ve êrîşî destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Êrîş bi destê dewleta tirk pêk tê, hişmendî û feraset temsîla hovitiya DAIŞ’ê dike, hêz, stratejî û alîkariya eskerî ya plana dagirkirina Rojava, ji welatên endam ên NATO’yê verdigire…

A sosret ew e ku serdestên cîhanê, dixwazin bi kuştina kurdan dilê faşizmê xweş bikin. Ya rastî ev hêzên serdest bi erêkirina destûra kuştina jin, zarok û şervanên azadiyê, pişta desthilata Tirkiyeyê mist didin. Ku hesabê wan ên ser xelkê herêmê bi ser bikevê, (ku dixwazin herêm ji xelkê rojavayê Kurdistanê xalî bibe) îca wê dewleta tirk dest bi qirkirina etnîkî ya kurdan bike. Lê gelek zehmete ku ev hesabê dewleta tirk û hêzên serdet bi ser bikeve, ji her şêniyekê/î herêmê li ber vê hovîtiyê rabûye ser piyan û bedena xwe kiriye şûr û mertalên azadiyê.

Em ji ceribînên dîroka şoreşên cîhanê dizanin ku hêza herî rast a parastina şoreşê gel bixwe ye, rêya rasteqîn beşdarbûyîna xwe ya parastina nirxên şoreşê ye. Şoreş, bi tevgera gel ava dibe; heyîna şoreşa rojavayê Kurdistanê jî, bi vê rastiyê li ber xwe dide. Pêkhateyên rojavayê Kurdistanê tevî hemû saziyên xwe, li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta mêtinger bi sekneke şoreşgerî, bi dilwêrekî ku li dinyayê mînakên vê kêm hene, ya ji vîna gelê şoreşger, bi derfêtên herî kêm ên heyî bi têkoşînê radibe. Zarokên vê şoreşê îro di bin êrîşên tang, top û balafiran de li kolanên Qamişlo, Amûdê, Dêrik û Dirbêspiyê bi serbilindiya şoreşê dimeşin, xwe ji erka temsîla ruhê parastina serdariya vê demê venadin. Gelê Rojava, bi vî ruhî li dora destkeftiyên şoreşê ku di vê rêyê de bi hezaran bedelên giran dane; bû bend û xelekek ji agirê tola salan.

Hevsengiya ku di navbera gelên rojavayê Kurdistanê de çêbûyî, destûr nade ku civak ji hev bê ser û ber bimîne. Hevgirtina civaka Rojava, li ser rêgezên îdeolojiya rizgariyê qayîm bûye. Ma vê civakê ev yek bi dehan car, ji neyarên şoreşê re îspat nekiriye? Her çi hewldanên ji îro û şûnde bên kirin, divê ji bo misogerkirina statûya şoreşa Kurdistanê bên kirin. Ma qey ne ji mafê gelê kurd e ku wek her neteweyekê, li ser axa xwe, azad bijî?

Li Rojava komploya pir alî

Tê zanîn ku êrîşên ser rojavayê Kurdistanê, di salvegera komploya 9’ê cotmeha 1998’an de ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatî, çêbûn. Ev hewldanên nûjenkirina bêbextiya  mezin a hêzên navneteweyî ye. Li dijî Rojava komployek pir alî di dewrê de ye. Mêtingeriya tirk bi destpêkirina van êrîşan re, heyîna Rêveberiya Xweser a Herêmê armanc dike. Bi rojane dinya, li vê hovîtiya dewleta tirk a ser binesazî, xelkê herêmê dimeşîne temaşe dike. Hêzên şerxwaz ên emperyalîst, çavên xwe li vê rastiyê digirin; bi vê bêdengiyê komkijiyan erê dikin. Ji êrîşên were êdî bes e, deste xwe ji ser Rojava vekşînin, dev ji planên xwe yên qirkirina gelê kurd berdin!

Li hemberî vê konsept û êrîşên qirkirine yên li ser kurdan ku dixwazin ji aliyê siyasî, madî û manewî ve tune bibe, têkoşîna ku bê nîşandan divê di asta ruhê neteweyî de be.  Eger ku kurd di vê têkoşînê de dest bidin hev û bibin yek, wê statûya Şoreşa Rojava bi ser bikeve. Îca em hingî dikarin bêjin ku QIBLEGIHA Kurdan; ROJAVAYÊ Kurdistanê ye! Êdî ji îro û şûn de em ê di her kêliya jiyanê de bi ruhê berxwedana rojavayê Kurdistanê bijîn, ji bo şervanên wê yên azadiyê, dayîk û zarokên wê yên bedew re serkeftina parastina nirxên şoreşê bixwazin…