28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hîmên wêjeyê

Çîroka her tiştî heye û çîrok dibe bingeha helbest, destan û hwd. Mirov dikare bibêje ku çîrok dayika wêjeyê ye

Wêjeya devkî ya kurdan bêhtir dengbêjî ye. Helbet çîrokbêjî, destanbêjî, metelokgotin, helbestxwendin û awazên zêmarî û hwd. jî hene. Rastiyeke din jî heye ku bingeha gişan çîrok e. Çîroka her tiştî heye û çîrok dibe bingeha helbest, destan û hwd. Mirov dikare bibêje ku çîrok dayika wêjeyê ye. Li civaka kurdan jî wisa ye. Her bûyer bûye çîrok û çîroka her bûyereke biwate heye. Li ser çîrokê helbest, stran û herweha afirîne. Vê jî hişmendiyek di civakê de afirandiye û her civakê li gorî vê jî teşe girtiye. Hişmendiyên civakê jî ketine wêjeyê û bêhtir jî ketiye wêjeya devkî. Mirov dikare bibêje ku di hişmendiya civakê de bandora mîtolojî, ol û giredayê vê jî bandora wêjeyî û nexasim jî ya wêjeya devkî zêdetir e. Hût, pîrebok, lehengên çîrokan (Weke Kawa, Ristemê Zal…), xweşmêren stranan û hişmendiya wan heval û hogirên me yên jiyanê ne. Durustî, xwedîsoz û evînadarî û sekna me ya jiyanê bêyî me şewqdana wan e.

Biqasî ku dizanim û tê digihîjim, dixwazim bêhtir rewşa hin stran û kilaman raxim ber çavan.

a) Piraniya wêjeya devkî ya kurdî ji devê jinê ye. Wateyeke vê ya kûr heye. Ji ber ku zimanê kurdî mê û afirînkarê wê jî jin e; stran û kilam bêhtir berhemên wan in. Yeka din jî bi ya min ji serdema bavkanî û bi vir ve, di civaka me de ya ku zêde tahde lê hatiye, pêşiya wê hatiye girtin û xwederbirina wê, xweîfadekirina wê hatiye astengkirin jî jine û wêjeya devkî jê re bûye qada xwe xwepêkanîna jiyanê. Ev der jê re bûye qada ku raz û xwestek, xeyal û hestên xwe bide der, bîne zimên, bûye qada ku lê rehet, xweş û serbest bipeyive. Dîsa; jin dilbirehm e, zû kezeba wê diêşe, dilşewat e, li hember bûyeran zêdetir hestiyar e; ji lew re dê ye, xwişk e û ya herî girîng jî evîndar û dilbikul e. Ya ku qedrê evînê zêde dizane ew e. Mêyî bingeha, hestiyarî, dilşewatî û dilbirehmiyê ye, ji hovîtiyê dûrketin e. Ji ber ku dil di aliyê çepê de ye, havênê çepiyê di dilî de dimeye û dil mê û her dil dilê jinê ye, dil jinî ye, dil mêyî ye. Ev ji pêrîçûyîna mirovbûnê ye.
b) Di rewşa serhildêrî û têkçûnên serhildanên Kurdistanê de gelekî raz û sembol afirîne ku bûne bingeha derûniya civaka kurdan. Weke di strana “Bavê Lalo”yê de awaza, “Ez nakevim ber kuştina Bavê Lalo, kuştin karê mêra ye. Lê destên çolix û çoçixên Bavê Lalo xistine kelemça lingê wan dane qeydan, berê wan dane hepisxana Qerepêtê (Xerpêt) û qûnbicilikên cendirma bi qûndaxan li wan dixin, dibên ‘de haydê kurdo yurî’, mala min…” Di vir de welatparêziyeke xurt ku mirov dikare bibêje ku dendika welatperwerî û niştimaniyê heye. Hezkirina axê û welêt bingeha vê ye û ji dil difûre bi zar û dilê jinê. Hêjayî gelek lêkolîn û şîroveyan e. “Haydê kurdo yurî” û “Qûnbicilkên cendirma” ne hestên ji rêze, eşîrî û malbatî ne. Nirxandina vê fireh û mijara nivîseke din e û hêja ye lêkolînên civaknasî.

Dîsa di strana “Seyitxanê Ker” de awaza, “Berê tivingê xwe nedin eskeran ew guneh in, lawên xelkê ne, çavê dê û bavên wan li riya wan e, berê tivingên balçîqan bidin yûzbaşî û bînbaşiyan û ritbeliyan, şewqeyên wan bigindirînên binê di bestan e…” Di vir de bîrûbawerî û hestên gelêrî yên kûr hene. Ji gel, xizan û feqîran hezkirin ku di şerî de di heyamên mirin û jiyanê de tê der, wiha tê zimên, mirovî diheyirîne. Ka xwedêgiravî kurd “hov”bûn! Ji aliyê çînayetiyê bigirin heya mirovhezî, yanî hûmanistiyê gelek tîrêjên derûnî, zanistî yên mirovahiyê hene di vir de. Weke ku Xaniyê pîroz tovên mirovahiyê di dil û mejiyê civaka xwe de di kûr de û xweş çandibin, beriya Şoreşa Fransayê ya bi nav û deng ku Rojavayî pê difirin! Îro jî lehengên Zagrosan bi bingeha mirovheziyê têdikoşin û weke kal û pîrên xwe heya ku ji wan tê ji kuştina lawên gel û gelan direvin. Bi bîr û baweriya Rojê û civakparêziyê, bisebr û qinyata axê, ew axa bingeha mirovahiyê ya Hîlala Bibereket jiyanê dirêsin li ser asasê Komageneyî. Li ser van mijaran lêkolîn karê beşên zanîngehan ên civaknasiyê ne. Em bêheq nafikirin û nabêjin ku ev civak havên û hevîrê mirovahiyê ye.

c) Wexta ku mirov li strana “Gulê mehrûmê” guhdar dike; his dike ku hesreta welêt jê difûre. “Lê lê Gulê mehrûmê welat welatê me dûr e, bêyî te li xerîbiyê ez ê sebra dilê xwe’b kê bînim”. Êşa xerîbî, xizanî, bindestî û koçberiyê, deranîna rewşa xweza û çiyê di vê stranê û yên mîna wê de mirovî mat dike. Tu destanbêj nikarin avê li destê vê hunerê û hunermendê/a wê bikin. Vê nîgar û nexşê hestê mirovan kelandine û heyranî di dilan de kûr kirine. Bêheq em ne evîndarê çiyê, mêrg, deşt, berrî û zozanan in. Tew wersiyona Leyla û Mecnûnê, “Leyl û Mecrûn” şahê berheman e, çi fêde bişaftinê weke ku em ji gelek gencîneyan mehrûm kiribe, ji vê jî bêpar kiriye. Biqasî ku çend xetê wê tê bîra min, ew bi xwe çirûskên feyzê ne; “Mecrûn xulamê mala Leylê ye, kar û barê wan dike, xizmeta mêvanan jî lê ye. Rojekê mêvan gelek tên û Mecrûn ji hal de dikeve. Meseleya ku li cihekî dalde serê xwe datîne ser çoka Leylê û di xewê ve dihere, ji evîn û hesreta kûr ancax piştî heft salan hişyar dibe û li mêvanan dipirse. Bersiv ji Leylê ye;

“Lolo Mecrûno, Mecrûnê rî kurisî

Cedas di qula guh de reqisî

Pezê me çûye zozana

Berxê me bûne berana

Keçê me bûne keybanuyên dîwana

Tu hê dipirsî li halê mêvana…”

Yan jî dewlemendiya vegotina “Bajarê Mixurbê” ya di destana “Memê Alan” û hwn…

“Bajarê Mixurbê bajarekî pir giran e

Li ser heft çiyan e

Li ser sê sed û şêst û şeş deriyan e

Her derî li ser sê sed û şêst û şeş mihelan e

Temam di destê Elî Begê, Emer Begê, Elmaz Begê de ye sê bira ne”

Ev wersiyona devkî ya herêma me bû, dîrêjiya wê hejayî lêkolînê, dewlemendiya vegotinê mirov li erd û ezman digerîne, jiyaneke nû û bêhempa dide sêwirandin û sînoran ji xeyala mirovî radike, nêrîn û ramana mirovî, bêhna mirovî fireh dike. Hebûnê pîroz û fireh dike. Yên ku ji bîra me hatine şûştin jî tiştekî din.

d) Ka em ê awaz û bingeha felsefeya Feqiyê Teyran’î a di “Şêxê Sen’an”ê de çawa şîrove bikin! Di wê demê de dibe ku bûyerek weha çêbûbe û bûbe kilam an jî helbest, ji lew re Melayê Cizîrî jî bahsa vê dike; di helbesteke wî de weke îmge û bibîrxistin derbas dibe. Di wê demê de şêwrek weha, hest û ramaneke wiha ji aliyê hestên mirovahiyê hejayî pesinandin û teqdîrê ye. Ev kamilbûna hestên mirovahiyê ne ku îro em li wan digerin û îro şerên olî mirovahî dabe bin lingan, qedrê vê şêwrê hîn bêhtir giranbuha ye! Ev jî mijara lêkolîn, lêgerîn û nirxandinê ye. Erê, Şêxê Misilman dibe evîndarê Keça Fileh, evîndarê rehbika fileh û her tiştî dide ber lingan lê bi mirovahî difire qatê heftan ê ezmanan di wî qirnî, di qirnê 17’an û li vê xakê û li vê civaka ku îro mirovahî qedr nadê û têkoşîna wê ya ji bo nirxên însanî weke terorî dibîne!

Ev bûyer, ev vegotina vê evînê mînaka bêhnfirehî, xweşbînî û qedrdayîna civaka kurdan a evîn, hezkirin û hestên însanî ye ku îro pere û berjevendiyan ew ji wijdanê mirovan paqij kiriye, xwedêgiravî mirovên modern, ên kamil, ên hemdem û humanîst!

Ev demokratî, humanîstî û hejadîtina mirovê/î ye. Vêya hanê jî derûnî û bextê mîrovê kurd kemilandiye, neqişandiye. Zordestî û mêtingeriyê ev herimandibe, ev tiştekî din e. Lê herdem vê şêwra li vê xakê cih û warê şênhatinê dîtiye. Ji ber vê em dibejin ku hest û derûniya mirovahiyê, mirovahî li ser vê xakê veşartî maye, divê em derînin ku tîrêjên rojê maçî bike pîrozî bide wan/wê. Û divê em têkoşîna mirovahiyê ya Zagrosan hê jî xurt û fahm bikin. Em qedrê wan milyaketan baş zanibin, milyaketên hemdemî û yên herdemî.

e) Di stran û kilamên evînî de dil, sîng û ber, memîk, cotên zirr-memikan, kilen siphanî û hwd. Serbest û bêsansur derbas dibin. Ev jî asta xweşbînî, xwezayî, mirovahî û humanîstiyê ye, ya dilfirehiyê ye. Ji aliyekî jî işareta nejiyandina van hestan e. Her çi be serbestî hestên wan terbiye û perwerde kiriye.

Ji aliyekî din jî evîna bêdil weke di stran Xalê Cemîl’î de jî tê dîtin nayê qebûlkirin û tê şermezarkirin. Ev jî gihaştina hestên mirovahî û rewşa xweşgotin û rastgotina di civakê de ye.

Dîsa têgehên mîna çarika wê bi ser çavê wê re şer dikir, çarika wê bi xavika wê re şer dikir (ji bo xweşikî û lihevhatin û bedewiya jinê), kezîkurê, porkurê, porkurê por nemayê, desmalsorê gewrê, kirasmelesê, bejndarê, bejn ji taka rihanê û hwd. geşiya wêjeyê ye. Cihdayîna têgeh û îmgeyên razberî yên li gorî rewşa jiyanê, radeya mantiq û felsefeya civakê ya şîroveya jiyanê û asta berziya hest û ramanên cîvakî û bilindiya asta wêjeyê ye. Em dikarin bibêjin ku exlaq, bastan û têkîliyên jiyanî wiha afirîne.

f) Aliyekî neyînî yê wêjeya devkî jî bi ya min, stran û kilamên şerî yên dijminatiya azbet, eşîr û kesan e. Ev bûye sedema perçebûna civakê û pêşiya yekitiyê girtiye. Şerê kozikan ê li hemberî yên ji civaka xwe bûye kurmê darê, bûye bêtifaqî û bûye kurmê hestên neteweyî ku îroj em pir êşê ji ber dikişînin û hertim hev dikujin. Deriyê edoqewmiyê bi van û weha vebûye.
g) Dawî ez dixwazim ku balê bikişînim ser du stranan û rexneyekê bi lêv bikim. Dengbêj carinan orîjînalî û xweseriya stranê diguherin, ev jî wêjeyê bêîtibar dike û dixe rewşa ketberiyê. Strana “Hesnê Mala Mûsa”yê ji aliyê hinek dengbêjan ve weke “Ehmedê Mala Mûsa”yê tê strîn. Ya rastî “Hesenê Mala Mûsa” ye. Bûyer li gundekî (ku ez ne şaş bim, Biloka ye) li herêma Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê çêbûye û di hişê mirovan de zindî ye. Mamoste Adar Jiyan vê meseleyê qenc dizane û di pirtûka xwe ya bê navê “Seyrê” de ev bi ser navê “Hesenê Mûsa û Hedoka Qaso”yê nivîsiye jî. Dîsa strana “Bavê Fexriya”yê weke “Bavê Fexrî”yê tê strîn. Kalê min dengbêj bû û min ji gelek dengbêjên kevn jî (emrê min şêst e) guhdar kiriye, Bavê Fexriya paşê bû Bavê Fexrî. Ji bo rêzdayinê ez dibêjim ku baldarî pir girîng e ku orîjînaliya hunera me xera nebe.

Wêjê û nexasim jî wêjeya devkî, mirov dikare bibêje ku havênê hişmendiya civakî ye. Hebûna civakê ya civakî distirê.