28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ber NY’yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî

Ji bo piştgiriya çalakiya ku di 10’ê Cotmehê de bi dirûşma “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya pirsgirêka kurd” li gelek welatên cîhanê hat destpêkirin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê kurd li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakî kirin

Kurdistaniyên ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de li Qada Neteweyan a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye, her Çarşemê çalakiyê li dar dixin. Kurdistaniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li rayedarên saziyan kirin.

Di çalakiya vê hefteyê de 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di 4’ê Cotmehê de li Dêrikê di êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bîranîn. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK) di çalakiyê de axivîn û destnîşankirin ku têkoşîna li dijî êrîşên îmhayê yên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê dewam bike, pêngava 10’ê Cotmehê hate silavkirin.

‘Di şexsê Ocalan de gelê kurd tê tecrîdkirin’

Hevseroka CDK’ê Tuba Yilmaz jî got, “Em xwedî li vê pêngava ku ji çar aliyên cîhanê ji hêla dostên Kurdan ve ji bo azadiya Rêberê xwe hatiye destpêkirin, derdikevin.”

Hevserokê CDK’ê yê Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî jî diyar kir ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser gelê kurd tecrîd û qirkirin tê meşandin.

Çelebî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê û got ku têkiliya van êrîşan bi tecrîdê re heye. Çelebî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola sazî, rêxistin û dewletên navneteweyî ya di berdewamkirina vê tecrîdê û wiha got: “Li vir em diyar dikin ku em piştgiriyê didin pêngava 10’ê Cotmehê. Rêber Apo bi felsefe û paradîgmayeke nû modeleke nû pêşkêşî cîhanê kir. Em bang li rêxistinên navneteweyî bi taybetî CPT (Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê) dikin. berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo bidawîkirina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê