7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du minafiq: Hamas û HUDAPAR

Heke bi rastî HUDAPAR xwedî refleksên olî ye, wê demê çima nerazîbûnê li dijî bombebarana li ser mizgefta Kampa Mexmûrê nîşan nade

Rojhilata Navîn bi gurbûna şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de careke din veguherî gulokeke agir. Di 7’ê cotmehê de hêzên leşkerî yên girêdayî Hamasê (tugayên Îzzetîn El-Qassam) operasyoneke bi navê ‘Tofana Aksê’ dane destpêkirin. Di destpêka operasyonê de bi hezaran roket, mûşek û hawan avêtin bajarên Îsrîalê. Di encama operasyonê de di nav çend saetan de jin, zarok, leşker, polîs zêdetirî hezar kes hatin kuştin bi hezaran kes brîndar bûn û bi sedan kes jî dîl hatin girtin. Dîmenên kuştina jin, zarok ango sivîlan wehşeta hatî kirin radixist ber çavan. Heta niha Îsraîl zilm li ser gelê Filistînê dimeşand. Lê bi vê operasyona dawî wehşeta hêzên Hamasê ne kêmî ya hêzên Îsraîlê bû. Lewma Îsraîlê di êrîşa li ser Gazeyê de piştgiriya hema bêje hemû hêzên mezin ên cîhanê stand. Piştî operasyona Hamasê, Îsraîlê jî dest bi êrîşên tund kir. Heya niha bi hezaran filistînî hatin kuştin û bi sedhezaran jî dev ji cihê xwe berdan. Ji her derî bertekên piştgirî û şermezarkirinê bilind bûn. Yek ji van bertekan jî ya HUDAPAR’ê bû.

Piştî operasyona ku Hamasê da destpêkirin, HUDAPAR’ê li gelek bajarên Kurdistanê xwepêşandanên piştgiriyê li dar xistin. Jixwe beriya niha jî HUDAPAR’ê her tim ji bo Filistînê xwepêşandan li dar dixistin. Têkiliyên HUDAPAR û Hamasê xurt in. Her wiha têkiliyên Hîzbûlahê (ya li Lubnanê) jî bi wan re xurt in. Hemû jî alîkariyê ji dewletên wekî Îran û Tirkiyeyê digirin. Ev herdu dewlet hem alîkariya çek-cebilxane û aborî dikin û hem jî di qada navneteweyî de piştgiriya siyasî didin. Rola van rêxistinan jî ew e ku nehêlin Rojhilata Navîn aram bibe. Bi rêbaza ku têkoşînê dimeşînin gengeşiyê dixin nav civakê û riya destwerdana hêzên derve vedikin. Hamas, dibêje ji bilî tunekirina Îsraîl tiştek din qebûl nakim. Ango mesele ne çareseriyeke demokratîk e, mesele şerekî bêdawî ye.

HUDAPAR xwe wekî partiyeke kurd a olî nîşan dide. Lê li Kurdistanê herî zêde rêxistina Hîzbûlahê (HUDAPAR ji aliyê rêvebirên Hîzbûlahê ve hate damezirandin) mele û alimên olî qetil kirin. Zirara herî mezin Hîzbûlahê da civaka kurd. Heke ne ji Hîzbûlahê bûna dê kurd ne di rewşeke wisa xerab de bûna. Bi hezaran mele, rewşenbîr, rojnamevan û welatparêzên kurd qetilkirin.

Her wiha a ku zirara  herî mezin dide Filistînê, Hamas e. Hamasê bi sedan endamên El-Fetîhê (tevgera herî xurt a ku li hemberî Îsraîl şer dikir) kuştin. Ev tevger û partî minafiq in. Qaşo li ser navê ol tevdigerin lê tu eleqeya wan bi exlaq û wijdanê re tune ye. Dema dewletên dagirker komkujiyan li ser gelê kurd pêk tîne, herî zêde ev derdor kêfxweş dibin. Di van rojan de dewleta tirk êrîşeke pir dijwar li ser rojava dimeşîne. Mizgeftan bomberan dike. Jin, zarok, pîr, ciwan nas nake. Rasterast hemû deran bombebaran dike. Gel bêav, bêceryan dihêle. Nexweşxane xera kirin, lê tu his û kerênî ji van derdoran nehat. Mixabin niha qîreqîra wan e, dibêjin Îsraîl komkujiyê dike. Durûtiya wan di vir de aşkera dibe.

Di salên 1980’yî de tevgerên çepgir çûn li Filistînê li hemberî Îsraîlê şer kirin. Gelek şoreşger di van şeran de yan şehîd bûn an jî ketin zindanên Îsraîlê û êşkenceyên giran li wan kirin. Wê demê li holê ne Hamas hebû ne jî Hîzbûlaha Tirkiyeyê. Ev herdu tevger piştre hatin damezirandin. Hamas ji bo tesfiyekirina tevgera demokratîk û azadîxwaz a Filistînê hate damezirandin. Hîzbûlah jî ji bo lewazkirin û tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd hate damezirandin. Rêbazên herdu tevgeran jî heman in. Bingeha xwe jî ji rêbazên îşkenceyê yên li zindanên Îran û Tirkiyeyê hatine ceribandin digirin.

Hem Îran hem Tirkiye di salên 1980’yî de li hemberî tevgerên demokratîk û azadîxwaz nêçîr dane destpêkirin. Îranê di nava du-sê salan de bi deh hezaran şoreşger di zindanan de îdam kirin. Îşkenceyên nebûyî li ser mirovan dane meşandin. Di heman demê de piştî darbeya 12’ê Îlonê dewleta tirk jî li hemberî şoreşgeran heman tişt pêk anî. Li zindanan ji bo mirov, ‘mirovbûna xwe ji bîr bike” çi rêbazên îşkenceyê hebûn, ceribandin. Komara Îslam a Îranê li Rojhilata Navîn li her welatî rêxistinên girêdayî xwe dane avakirin. Tirkiyeyê, wê demê ji ber ku tevgera azadiyê xurt bû zêde nekarî dest bavêje welatên derve. Lê di nav xwe de girêdayî navenda şerê taybet rêxistinên paramîlîter damezirandin. Niha jî rêxistinên ku ji aliyê van herdu dewletan ve hatine damezirandin, ji bo riya demokratîk û azadîxwaz pêş nekeve her tim di nav hewldanan de ne. Bi salan e, her carê Hamas dê mûşekan bavêje nav bajarên Îsraîlê û Îsraîl jî dê bi sedan Filistiniyan bikuje. Îro jî heman tişt diqewime. Hamasê bi çalakiya dawî sempatiya ji bo gelê Filistînê anî ber qedandinê. Her wiha HUDAPAR jî bi axaftinên xwe rê li ber hişmendiya demokratîk û azadîxwaz digire.

Heke bi rastî HUDAPAR xwedî refleksên olî ye, wê demê çima nerazîbûnê li dijî bombebarana li ser mizgefta Kampa Mexmûrê nîşan nade. Nikare nerazîbûnê nîşan bide. Hevsarê wî di destê hikumeta AKP-MHP’ê de ye. Ji bilî sînorên wan hatiye diyarkirin nikarin tevbigerin.

Tevgerên li ser mezheb-ol ên ku piştî salên 1980’yî hatin damezirandin hema bêje hemû xwedî hişmendiyeke paşverû ne. Ji Afganistanê bigire heta Misirê, ji tevgera Talîban bigire heta Birayên Misilman hemû li ser xeta peşverûtiyê tevdigerin. Di hişmendiya yekê de jî parastina mafê mirovan tune ye. Berovajî çi mafekî demokratîk û azadiyê hebe li hemberî wê derdikevin. Li ser navê ol-Xweda bi rihetî mirovan ser jê dikin. Hemû jî neyarê jinan e. Feraseta ku endamên Hamasê bedena jinekê teşhîr dike û feraseta ku HUDAPAR ji bo jinan ferz dike heman tişt e. Jixwe mijara esasî ya têkoşîna van tevgeran ne azadî ye, tehekuma zilam e.

Rasthatina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û êrîşên Îsraîlê durûtî û minafiqiya van tevgeran zelaltir raxist ber çavan. Ji destê endamên Hamas û HUDAPAR’ê were dê bikin, dê li kêleka artêşa tirk li Rojava serê mirovan jê bikin. Piştre jî behsa zilma Îsrîalê dikin. Îsraîl zilmê dike, kes nikare înkar bike. Lê pirsirêka mezin ne zilm e, minafiqî ye. Zirara herî mezin jî ne Îsraîl û dewletên xerîb didin, ev tevger bi xwe didin. HUDAPAR a ku ji bo qetilkirina jin û zarokên kurdan bêdeng e, ji bo îşkenceya li ser cenaze û xerakirina goristanan yek gotinê nabêje, ji bo zilma li ser gelê kurd yek nerazîbûnê nîşan nade, behsa zilma Îsraîlê dike. Di ol de ji kesên wisa re minafiq, ji helwesta bi vî rengî re jî minafiqî tê gotin. Û gunehê herî mezin jî ev e.

Heke ev herdu tevger tenê behsa têkoşîna olî kiribûna, mirov nikaribû hinek nirxandinan bike. Lê yek jê xwe wekî xwediyê doza Filistînê dibîne û yê din jî di mijara pirsgirêka kurd de dixwaze wekî mihatab were girtin. Bi vî awayî tenê sûc nakin di heman demê de çareseriya van pirsgirêkan jî dîl digirin. Bi çarenûsa gelan dilîzîn. Rêbaza çareserkirina pirsgirêkan a olî bi sedan sal berê xitimî û bi dawî bû. Di şert û mercên îro de tu pirsgirêkên civakê bi rêbaza olî çareser nabin. Lê ev herdu tevger, dixwazin ku hemû derdor wekî wan tevbigerin. Tevgerek dibe ku di nav xwe de ji aliyê olî ve hişk be. Kesên ku endamên vê tevgerê bin jî normal e ku li gorî pîvanên wê tevgerê bijîn. Lê nabe ku tevgereke olî xwestekên xwe li ser hemû civakê ferz bike. Ev dibe faşîzma olî. Tişta ku Hamas û HUDAPAR jî dikin faşîzma olî ye. Her du tevger jî ji aliyê hejmarî ve ne zêde mezin in, lê hişmendiya wan a tundperest, olperest û zayendperest li ser tevahiya civakê bandorê dike.

Di Rojhilata Navîn de du pirsgirêkên sereke hene: “Pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê”. Herdu jî di encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn de rû dan. Mîmarê herdu pirsgirêkan jî Îngîltere ye. Polîtîkaya Îngîltere ku Rojhilata Navîn bi cetvelan li eşîr û kesayetan parve kir, îro ev rewş derxistiye holê. Di neçareserkirinê de jî îro rola herî sereke ya siyonîzmê ye. Siyonîzm ji bo ku xwe bixe ewlehiyê bi ser Cemiyeta Îttîhat û Terakî bîrdoziya tirkitiyê pêş xist. Sermayeya cihûyan a siyonîst rejîma Kemalîst destek kir. Niha tirkitî û siyonîzm pirsgirêka herî mezin in. Ji aliyê din ve Hamas a ku qaşo li hemberî siyonîzmê têdikoşe, xizmeta herî mezin ji siyonîzmê re dike, HUDAPAR a ku qaşo li hemberî tirkitiyê têdikoşe, bi rêveberên faşîst ên tirk re tevdigere û xizmeta herî mezin ji wan re dikin. Peywira van herdu tevgeran jiholêrakirina rewabûna têkoşîna gelan e.