3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Di Doza Kobanê de pêşî bersûc hatin afirandin paşê sûc li wan bar kirin’

Parêzer Ebrû Akkal diyar kir ku berê tu delîlên şênber nîn in û got: "Pêşî bersûc hatin afirandin û hat gotin, 'Em çawa dikarin van bersûcan bi 6-8'ê Cotmehê eve girêbidin.'

Parêzer Ebrû Akkal diyar kir ku di îdianameya Doza Kobanê de ji bilî nasnameya siyasetmedara Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncelê tu delîlên şênber nîn in û got: “Pêşî bersûc hatin afirandin û hat gotin, ‘Em çawa dikarin van bersûcan bi 6-8’ê Cotmehê eve girêbidin.’ Rapora Şaxa TEM’ê ya di dosyeyê de talîmata midûriyeta polîsan a ji bo dozgeriyê ye.”

Danişîna Doza Kobanê ya ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Eneqereyê ve tê lidarxistin li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome.

Di rûniştina li Kampusa Girtîgeha Sîncanê de parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) gelek kes amade bûn. Rûniştin ku bi xwendina belgeyên piştî tespîtkirina nasnameyan li dosyayê hatin zêdekirin dest pê kir, bi îfadeyên parêzera Sebahat Tûncelê Ebrû Akkal berdewam kir.

Danişîn dê sibê bi parastina Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdagê bidome.