4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê çalakiya ji bo azadiya Ocalan fireh bikin’

Hevserokê MED TUHAD-FED Kerem Canpolat der barê çalakiya girtiyan û Nobeda Edaletê de axivî û bang li hemû gelê cihanê kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têbikoşin.

Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger hatiye destpêkirin. Piştî çalakiya greva birçîbûnê, bi pêşengiya TUAY-DER’ê li Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê çalakiyên Nobeda Edaletê dest pê kirin. Nobed bi serdana nûnerên rêxistinî û civakî didome. Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat der barê çalakiya girtiyan û Nobeda Edaletê ji rojnameya me re nirixand.

Bang li tevahiya cîhanê kir

Kerem Canpolat diyar kir ku li Tirkiyeyê xitimandinek heye û wiha got: “Sedema vê xitimandinê jî tecrîdkirin û bêdiyalogî ye. Tecrida ku li Îmraliyê dest pê kir li welat bû sedema xitmandinê. Ev xitmandin bandora xwe li aborî û tenduristiyê jî dike. Bi tecrîdê re israr û bêaxlaqî pir zêde bû. Ciwan xistine nava vê qirêjiyê. Tevî ku ev tecrîda giran bandorê li tevahiya cîhanê dike jî her kes ker û lal e. Bandora tecrîdê xwe di her kêliyê jiyanê de nîşan dide. Divê her kes bêtir bertek û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Em bang li tevahiya civakê dikin. Werin em bi hev re destê xwe têxin binê vî barî ta ku Abdullah Ocalan azad bibe. Divê baş bê zanîn ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser her welatiyekî heye. Bi Abdullah Ocalan re di serî de girtîgehan dixwazin hemû gelan tecrîd bikin. Tecrîd li her derê belav bûye. Lê ji ber ku jêderka tercrîdê Îmraliye, divê em balê bidin ser Îmraliyê da ku tecrîdê bişkînin û Abdullah Ocalan azad bikin.”

Divê ji bo azadiyê her kes têbikoşe

Canpolat anî ziman ku ji bo ew bibin çav û guhê girtiyan çalakiyan li dar dixin û wiha domand: “Girtiyê azadiyê li girtîgehan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Me xwest em vî barî li ser girtiyan tenê nehêlin. Em jî wekî malbat û gel li ser vê yekê fikirîn da ku çawa bibin çav û guhên girtiyan û piştgirî bidin greva birçîbûnê. Li ser vê me biryara destpêkirina çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ girt û me vê çalakiyê da destpêkirin. Em federasyona malbatên girtiyan ne. Ji bo ku pirsgirêkên wan çareser bikin bi wan re têkilî datînin. Li ser çûn û hatina wan a li girtîgehan xebatan dikin. Em li ser rêxistinkirina malbatan jî disekinin. Em MED TUAY FED peşkêşiya çalakiya malbata ya ‘Nobeta Edaletê’ dikin. Ji bo azadiya Rêber Ocalan û girtiyên siyasî çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo jiyanek azad û birûmet, divê her kes berpirsiyariyê bide ser milê xwe da ku em azad bibin.”

‘Em ê bi yekîtiyê faşîzmê têk bibin’

Canpolat da zanîn ku çalakiya Nobeta Edaletê heta niha rastî eleqeyeke mezin hatiye û wiha pêde çû: “Di çûn û hatinê de qelebalixek mezin heye, tevlibûn jî baş e. Lê ev têra ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin û Abdullah Ocalan azad bibe nake. Ev ne bes e. Divê em xwe bihêztir bikin. Divê ji çar aliyan tevlibûn hebe. Ji ber ku hiqûmeta AKP û MHP’ê faşîst e, heta em nebin yek em nikarin faşîzmê têk bibin.Divê em bibin bi hezaran, bi milyonan ku daxwaza me pêk were. Heta em faşîzmê têk nebin em azad nabin.”

Em ê çalakiyê mezin bikin

Canpolat da zanîn ku heta daxwaza wan a ji bo azadiyê pêk were dê têkoşîna xwe mezin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me pêk neyê em ê di heftê pêşiya me de çalakiya bi navê ‘Nobeda Edaletê’ berfirehtir bikin. Niha em vê çalakiyê li Amed, Wan, Dersîm û Wanê dimeşînin. Lê ger daxwazê me bi cîh neyên, em ê li Êlih, Stenbol û gelek bajarên din çalakiyê Nobeta Edaletê bidin destpêkirin. Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê, tişta ji destê me were em ê bikin. Di pêşerojê de wê çalakiyê me yê cuda hebin. Em dixwazin ku em vê yekê bi siyasetê jî bidin qebûlkirin. Di siyasetê de xwedîderketinê heye lê ev xwedîderketin qels e. Em hewl didin vê daxwazê di siyasetê de xurt bikin. Em hevî û daxwaz dikin ku demildest daxwazên girtiyan û malbatan pêk bînin, da ku Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî azad bibe. Da ku girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin nedin. Ji bo vê jî divê her kes li ber xwe bide.”