28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di serdema AKP’ê de girtin 9 qat zêde bûye

10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê ye. Nûnerê Herêmê yê ÎHD'a Amedê Tahîr Saçakli, bi minasebeta hefteyê diyar kir ku li Tirkiye binpêkirina mafan ji her demê bêtir zêde bûye û di serdema AKP'ê de girtin 9 qat zêde bûye.

10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê ye. Bi minasebeta hefteya mafên mirovan di pêşengiya ÎHD, OHD, Baroyan de gelek çalakî tên li darxistin. Saziyên mafên mirovan raporan aşkere dikin û bi raya giştî re parve dikin. Di raporan de jî tê ditin ku binpêkirina mafan sal bi sal zêdetir dibe. Ji kuçeyan bigirin heta girtîgehan li gelek qadan mafên mirovan tên binpêkirin. Bi minasebeta hefteya mafên mirovan Nûnerê Heremê yê ÎHD’a Amedê Mehmet Tahîr Saçakli pirsên rojnameya me bersivand. Saçakli, anî ziman ku ew wekî parazvanên mafên mirovan piştgiriyê didin welatiyên ku mafên wan hatine binpêkirin û wiha got: “Li herêmê zêdetir di aliyê fîzîkî û siyasî de maf tên binpêkirin. Di salên dawî de ji ber ku êdî hiqûq tune, yan jî li gorî hiqûqê tevgerîn tune ye, binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe.”

Azadiya fikrê binpê dikin

Tahîr Saçakli, da zanîn ku dema kiryarên salên 1990’î û niha dide ber çavan, wê demê şerê çekdarî bêtir zêde bû û wiha axivî: “Wê demê kuştin bêtir zêde bû. Li gorî salên 90’î her çend kuştin kêm bûbe jî di aliyê azadiya ramanê û siyasetê de binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Yên ku mafên xwe dixwazin û li mafên xwe digerin, bi awayekî din tên cezakirin. Niha bi hezaran însan ji ber fikrên xwe di panel, semîner, daxuyanî û mîtîngan de anîne ziman, der barê wan de doz vekirine û hatine girtin.

Girtin 9 qat zêde bûye

Saçakli destnîşan kir ku di sala 2005’an de 45 hezar mirov girtî bûn, lê niha 445 hezar mirov girtî ne û di zindanan de ne û wiha pêde çû: “Dema em van daneyan didin ber hev di 15 salan de hejmara girtiyan 9 qat zêde bûye. Li hemû girtîgehan tecrîd heye. Di nava girtîgehan de jî pergala tecrîdê tê avakirin. Gelek tîpên girtîgehan hene. Li Tirkiyeyê êdî Tîpên S tên avakirin. Niha hem li dervê girtîgehê û hem jî li hundirê girtîgehê tecrîdek heye. Li girtîgehan 2 kes ji odeyên cuda bi tu awayî nikarin bên hemberî hev. Di hevdîtinan de dem saetek be, ketin û derketinê jî dixin nav, wextê hevdîtinê dadixin nîv saetê.

Girtiyan û malbatan ceza dikin

Saçakli, bibîr xist ku dema diçin hevdîtina xizmên xwe 30 saetên wan di rêde derbas dibin û wiha berdewam kir: “Em ji bo saetekê 30 saetan di rêde diçin. Girtiyan ji malbatan dûr dixin. Bi vî rengî hem girtiyan û hem jî malbatan ceza dikin. Ev îşkence ye. Kesek li Amedê hatibe girtin, wan dişînin bajarên dûr ên wekî Îdir, Erziron, Amasya, Enqere, Stenbol û hwd. Bi vê yekê malbatan ceza dikin. Ji xeynî girtiyan îşkenceyê li malbatan jî dikin.

Saçakli, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyan jî û wiha got: “Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Lê gelek girtî nikarin ji mafên xwe yên tenduristiyê sûdê bigirin. Niha zêdetirî 1600 girtiyên nexweş hene. Lê nayên berdan. Cenazeyên wan ji girtîgehan derdikevin.”

Sacakli, li ser helwesta Saziya Tipa Edlî jî rawestiya û wiha axivî: “Mînak Mehmet Demîr ê li Sakarya girtî ye, ji sedî 97 berasteng e. 75 salî ye, qeyrana dil derbas kiriye. Lê tevî van hemûyan hej girtî ye. Sekna rayedaran a li hemberî girtinan, polîtîk e. Biryarên der barê girtiyên de polîtîk e. Em dibînin ku Saziya Tipa Edlî ne li gorî qanûn û wijdanî tev digere. Li vir qanûn û wijdan tune ye. Îro hikûmet çawa dixwaze, saziyên girêdayî wê jî wisa tev digerin. Saziyên ATK’ê eger serbixwe bûna diviya bû ev hemû girtî bihatan berdana. Çend roj berê Makbûle Ozer di rojevê de bû. Li gel ku temenê wê zêdeyî 80 salî ye û gelek nexweşiyên wê jî hene, ATK rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne daye wê. Dîsa raporek din dibêje ‘Lazim e bê berdan.’ Em dibînin nêzîkatiyek li dijî zagon û hiqûqê heye.

Hîzbûllahê berdidin lê…

Saçakli, bilêv kir ku kesên ji Hîzbullahê hatin girtin, çend sal şûnde hatin berdan û wiha dirêj kir: “Lê di meseleya çareseriya pirsgirêka kurd de wisa li meseleyê nanerin. Ceza di nava cezayê de didin girtiyan. PolÎisê kujer ê ku Kemal Kurkut qetil kir, nehat darizandin. Lê rojnameger Abdurrahman Gok ê wêneyê vê rastiyê kişand û bi raya giştî re parve kir hat girtin û 7 mehan di zindanê de ma” jî şirove kir û wiha lê zêde kir: “Polîtîkaya herî mezin ew e ku kujer nayên cezakirin. Sûcdar nayên cezakirin. Polîtîkaya bêcezakirinê ye. Kesên sûc dikin, hêz û baweriya xwe ji nedayîna destûra lêpirsînê digirin. Ji ber dizanin çi sûcî bikin, destûra li wan doz bê vekirin nayê dayîn xwe di ewlehiyê de dibînin û bi rehetî sûc dikin. Her çend polîtîkaya necezakirinê hebe jî em heta pêvajoya dawî bi şopa mafên mexdûran dikevin.

Polîs Destûra Bingehîn jî nas nake

Saçakli, li ser nêzîkatiya polîsan a li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî rawestiya û ev mînak da: “Dadgeha Destûra Bingehîn der barê çalakiya Dayikên Şemiyê de biryar da ku mafê wan ê çalakiyê hatiye binpêkirin. Lê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn îro polîs vê biryarê binpê dikin û destûr nadin Dayikên Şemiyê li qada Galatasarayê çalakiyan pêk bînin. 6 mehin mafên wan tên astengkirin. Dayik hatin binçavkirin û îşkence li wan hatin kirin.”

Bingeha pirsgirêkan kurd

Saçakli, li ser qedexekirina gund û zozanan jî rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser axa Kurdistanê tecrîdek heye. Îro bingeha hemû pirsgirêkên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê didome, ji neçareseriya pirsgirêka kurd digire. Îro tecrîda li Îmraliyê didome, tecrîdek gelek giran e. Ne malbat û ne jî parêzer dikarin biçin hevdîtinê. Îro tecrîda li îmraliyê, tecrîda li girtîgehan û tundiya li Kurdistanê tev bi hevve girêdayî ne. Qedexeyên li bajaran û zextên li ser girtiyan tev bi hevve girêdayî ye. Îro pirsgirêka mezin pirsgirêka kurd e. Ji bo çareseriyê jî divê diyalog dest pê bike. Ev jî li Îmraliyê çareser dibe.