21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di doza rojnameger Kandal de biryara neşopandinê

Der barê nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal bi îdiaya “agahiyên xelet belavkirine” du lêpirsînên cuda hatin vekirin. Dozgeriyê têkildarî lêpirsînekê biryara neşopandinê da û derbarê ya din de jî doz lê vekir

Der barê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê  Ahmet Kanbal de ji ber ku di nava mehên nîsan û gulanê de du nûçe parve kirin bi îdiaya “agahiyên xelet belavkirine” du lêpirsînên cuda hatin vekirin. Dozgeriyê têkildarî lêpirsîneke der barê Kanbal de hatibû destpêkirin biryara neşopandinê da û têkildarî ya din jî îdianame amade kir û doz vekir.

Sindoqa winda parve kir doz lê hate vekirin

Ji bo lêpirsîna der barê Kanbal de hatiye vekirin, parvekirina wî ya têkildarî sindoqa bi hejmara 1363 ya dema hilbijartinên 14’ê gulanê de hatiye windakirin û serokê sindoqê weke hincet hate nîşandan. Îdianameya der barê lêpirsînê de hatiye amadekirin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Mêrdînê ve hate qebûlkirin. Îdianameya tevî girtekên têkildarî windabûna sindoqê û serlêdanên têkildarî sindoqê yên partiyên siyasî hene jî hatiye amadekirin, bin hinceta ku parvekirin 25 deqîqe piştî dîtina sindoqê hatiye kirin, xwest ku ceza bê dayîn.

Di îdianameyê de derbarê rojnameger Kanbal de ji xala 217’an a TCK’ê ya “belavkirina agahiyên xelet” ji salekê heta 3 salan cezayê hefsê hate xwestin.

Biryara neşopandinê hat dayîn

Der barê Ahmet Kanbal de dozeke din jî hatibû vekirin. Li gundê Cinata yê li herêma Omeriya Mêrdînê di 8’ê nîsanê de endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Xebatkar Bagok) û Lokman Gorgunê bavê 8 zarokan bi îdiya PKK’î ye ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin. Der barê nûçegihanê Ahmet Kanbal de ji ber têkildarî vê mijarê nûçe çêkirine û li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiriye bi îdiaya “Agahiyên xelet belavî rayagiştî kirine” lêpirsîn hatibû dest pê kirin. Wezîrê Karê Hundir îdia kiribû ku Kahraman û Gorgun PKK’î ne lê di nûçeyê de bal hatibû kişandin ku Gorgun bavê 8 zarokane û bi şivantiyê debara xwe dike. Dozgeriyê ji bo ku lêpirsîna di mijara hatiye vekirin de bi hinceta “Di çarçoveya dosyayê de delîl, şop û nîşaneyên şênber ên ji bo doza cemaweriyê pêwîst in, tune ne” biryara neşopandinê da.