9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Osman Zîndanî: Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, wê li ser pêvajoya aştiyê bandorê bike

Berpirsê Navenda Hizba Komînîst a Kurdistanê ya li Silêmaniyê Osman Zîndanî got: “Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin. Niha tecrîdek girankirî li ser tê ferzkirin. Mixabin civaka navneteweyî li ser vê yekê bê deng û bê helwest e.”

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye, ji 25’ê adara sala 2021’ê ve ango zêdetirî 2 salan e tu agahî jê nayên girtin û rê nayê dayîn parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin. Li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi sedan kampanya û çalakî têne lidarxistin û berdewam in.

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di navbera 20-29’ê îlonê de li Tirkiyeyê hin hevdîtin pêk anî û di vê çarçoveyê de jî serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT), rapora xwe ya 32’yemîn a giştî ya 1-31’ê Çileya sala 2022’yan weşand. CPT’yê, di raporê de diyar kir ku serdan li Girtîgeha Îmraliyê kiriye lê têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî nedan.

Berpirsê Navenda Hizba Komînîst a Kurdistanê ya li Silêmaniyê Osman Zîndanî der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan de ji Rojnews’ê re axivî.

Osman Zîndanî got: “Girtina birêz Abdullah Ocalan binpêkirina aşkera ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û azadiya siyasî ya li Tirkiyeyê ye. Niha tecrîdeke girankirî li ser tê ferzkirin. Mixabin civaka navneteweyî li ser vê yekê bê deng û bê helwest e. Bê guman azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan wê di gelek aliyan de bandorî bike ku yek ji wan aliyan jî pêvajoya aştiyê ye. Wê bibe sedem ku pêvajoya aştiyê ber bi pêş ve biçe. Her wiha wê bandorî li ser şoreş û doza neteweyî jî bike û wê carek din berxwedan û şoreşê geş bike. Bê guman serokekî wiha xwedî tecrube wê bandorê li ser rewşa siyasî jî bike.”

Osman Zîndanî di dewama axaftina xwe de da zanîn ku di dehan salên borî de hatiye tecrubekirin ku hikumeta Erdogan ne hikumeteke wisa ye ku bikare bi aştî û giftûgoyê pirsgirêka kurd çareser bike. Zindanî got: “Bi heman rengî nêzî gelên din û siyasetmedarên çepgir ên nava Tirkiye û welatên din de jî dibe. Heta destwerdanê di nava başûrê Kurdistanê de jî dike. Ji ber wê bê guman hebûna serkirdeyan û berdewambûna wan a di şoreşê de, wê bandorê li ser Tirkiye bike.”

Zîndanî wiha axaftina xwe domand: “Hikumeta Erdogan heta destwerdana başûrê Kurdistanê dike. Ji ber vê yekê bê guman hebûna rêber û berdewamiya şoreşê wê bandorî li ser Tirkiyeyê jî bike. Hizba Komînîst ji beriya niha jî tekezî kiribû ku divê doza kurd li Tirkiyeyê û herêmê bi riya aştiyê were çareserkirin. Ev aştî jî tê wateya azadkirina Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên kurd. Niha bi deh hezaran kes di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Ji serokê şaredariyan heta çalakvan û hunermendan. Ji bo wê ew dewletên cîhanî ku xwe weke parêzvanên mafê mirovan dibînin, pêwîst e li beramberî nêzikatiyên vê dewletê xwedî helwest bin.”