18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di encama şerê çeteyan de 41 jin jiyana xwe ji dest dan

Li Hondûrasê di girtîgeha jinan de pevçûn derketiye û di encamê de 25 jin bi şewitandinê û 16 jin jî bi çekan hatin qetilkirin.

Li welatê Amerîkaya Navîn Hondûrasê, di girtîgeheke jinan de şer derket. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, şer li girtîgeheke jinan a bajaroka Tamara ya girêdayî paytexta welat Tegucigalpayê derketiye. Di şer de 25 jin bi şewitandinê û 16 jin jî bi çekan hatine kuştin.

Tê gotin ku şerê li girtîgehê di navbera çeteyên Mara Salvatrucha û Barrio 18’ê de derketiye û gelek hêzên ewlekariyê sewqî girtîgehê hatine kirin. Li girtîgehê Rewşa Awarte hatiye îlankirin.