5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di navbera du partiyên Rojhilat de pevçûn derket

Di navbera pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan û Komeleya Şoreşgeran de pevçûn derket. Hat gotin di encama pevçûnê de du pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û hin pêşmerge jî birîndar bûne.

Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan têkildarî aloziya di navbera wan û Komeleya Şoreşgeran de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji aliyê Komeleya Şoreşgeran ve bi çeka qenasê gule berdane cihê perwerda hêzên wan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama gulebaranê de du pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên bi navên Saman Îbrahîm û Hîwa Sadiqî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor agahiyên bi dest ketine, piştî pevçûna di navbera her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, hinek kesayet û aliyên siyasî ji bo pêşîlêgirtina şer bûne navbeynkar. Her wiha hat gotin hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Silêmaniyê ji bo pêşî li berfirehbûna şer bigrin, ketine rewşa amadebaşiyê de.