6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gazî Yaşargîlê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da Ozkan

Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, bi raporekê diyar kir ku li ser jiyana girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan xetere heye û nikare bi tena serê xwe bijî û xwest ku înfaza wî were taloqkirin.

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (84) ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê tê ragirtin, nexweşiyên wî yên weke dil, tansiyon, guatra jehrî, helîna hestiyan, gurçik, xerabûna rûviyan, zêde zeîfbûn, baş nebihîstin, baş nedîtin û windakirina hafizeyê hene. Ji ber van nexweşiyên xwe Ozkan gelek caran sewqî nexweşxaneyê tê kirin, lê nayên berdan. Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, der barê rewşa dawîn a Ozkkan de raporek amade kiriye.

Di rapora ku nexweşxaneyê amade kiriye de hatiye destnîşankirin ku Ozkan nikare li girtîgehê bimîne û xetere li ser jiyana wî heye. Li gorî raporê, şandeya norolojiyê ya nexweşxaneyê daye zanîn ku pirsgirêkên Ozkan ên weke jibîrkirin û nebihîstinê hene û ev tespît kirine: “Êdî di rewşeke wisa de ye ku di nava jiyana rojane de di gelek mijaran de divê were arastekirin.” Şandeya kardiyolojiyê jî diyar kir ku nexweşiyên Ozkan ên korner arter, hîpertansiyon û derîçeya dil hene.

Hişyariya nexweşxaneyê

Li gorî rapora nexweşxaneyê nexweşiyên mîna demans, nexweşiya gurçikan a kronîk (merheleya 3’yan), kroner arter, hîpertansiyon, nexweşiya derîçeya dil, kerr bûn, bîlaretal katarakt û guatra toksît modüler bi Ozkan re hene û di beşa encamê ya raporê de ji bo rewşa Ozkan ev hişyarî hatine kirin: “Xetere li ser jiyana Ozkan heye. Heke cezayê hikûmxwarî teqez were înfazkirin, ev yek teqez li ser jiyana wî xetereyê çêdike. Divê nexweşiya hikûmxwarî bidomdarî were tedawîkirin. Ji ber nexweşiya giran û seqetiya heyî, hikûmxwar nikare di mercên girtîgehê de bi tena serê xwe bijî. Hewcehî bi taloqkirina cezayê hikûmxwar heye. Divê kontrolên wî yên salane bên kirin. Nexweşiyên hikûmxwar li gorî Xala 104/2B a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ya nexweşiyên domdar, astengdarî û pîrbûnê ye.”

Piştî vê raporê ji bo raporeke nû dîsa serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê hatiye dayîn.

27 sal in girtî ye

Ozkan, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Tuggeneral Bahtiyar Aydin di 22’yê cotmeha 1993’yan de li navçeya Lice ya Amedê hate kuştin. Ozkan, di sala 1996’an de bi îdiaya kuştina Aydin li Mêrsînê hate binçavkirin û li ser îfadeyên du şahidan hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) Ozkan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” darizand û cezayê muebbetê lê birî. 2 şahidan jî piştre diyar kirin ku îfadeyên xwe di bin îşkenceyê de dane. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî biryara binpêkirina “darizandina adilane” da. Li ser biryara DMME’yê, biryar hate dayîn ku Ozkan jinûve were darizandin. Doza Ozkan ji sala 2014’an heta niha didome.