6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: Tirkiye dixwaze darizandina DAIŞ’ê asteng bike

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser da zanîn mafê Rêveberiya Xweser heye ku çeteyan bidarizîne û bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye bi van êrîşan dixwaze doza darizandina DAÎŞ’ê bisekinîne

Beriya Civîna Astanayê dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye. Tê payîn ku di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û rejîmê de hevdîtinên bên kirin û di heman demê de Şam û Enqere jî li hev bikin.

Piştî hilbijartinên serokomariyê cara yekem asta van êrîşan bilind kir, Tirkiye dîsa bi her cure rêbaz û balafiran êrîşan dike û pêşengên Şoreşa 19’ê tîrmehê dike hedef.

Ji 10’ê hezîranê û vir ve êrîş zêde bûn  

Êrîşên ku di 10’ê Hezîranê de li Kantona Şehbayê ya Herêma Efrînê dest pê kiribûn, vê carê 37 kîlometreyan kete nav axa Sûriyeyê û êrîş hatin kirin. Li ser vê yekê Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku 3 şervanên wan şehîd bûne. Cihê êrîşê gundê Marat Muslimiye yê navçeya Ehdas e, ku tenê 10 km dûrî navenda bajarê Helebê ye. Li hemberî vê derê Kampa koçberên ji Efrînê heye.

Her wiha êrîşên li dijî Şehbayê jî nehatiye sekinandin. Piraniya gundên Şehbayê bûne hedefa topbaranê. Di heman demê de Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di 14’ê Hezîranê de li herêma Efrînê ji ber êrîşên hewayî yên artêşa tirk  2 şervanên wan şehîd bûne.

Ji 10’ê Hezîranê ve li nêzî Til Rifat û gundên Şerayê 12 bendên leşkerî yên di destê hikumeta Şamê bûne hedefa êrîşan. Heta niha 14 leşkerên rejîma Şamê jiyana xwe ji dest dane, 11 leşker birîndar bûne û 2 tankên rejîmê jî hatine îmhakirin. Di navbera gundên Hurbil û Om Hoşê de jî wesayîteke zirxî ya Rûsyayê bû hedef. Di vê êrîşê de leşkerekî wan mir û 2 jî birîndar bûn. Li hemberî vê êrîşê ne Rûsyayê û ne jî hikumeta Şamê bertek nîşan nedan.

Ji 10’ê Hezîranê ve li herêma Cizîrê 2 êrîşên hewayî hatin kirin. Di êrîşa hewayî ya 15’ê Hezîranê ya li ser gundê Şewirkê ya di navbera kantona Qamişlo û navçeya Tirpesiyê de endamekî YPG’ê şehîd bû, di vê êrîşê de mamoste Mihemed û hevjîna wî Zozan şehîd bûn.

Herî dawî jî di 20’ê Hezîranê de li gundê Til Şiîre yê gundê Tirpespiyê yê gundewarê Qamişloyê êrîşek pêk hat û di encamê de hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, cîgira wê Lîman Şiwêş û welatparêz Firat Toma şehîd bûn. Hevserokê Kantona Qamişlo Gabî Nemon jî birîndar bû.

Her wiha her roj li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  ji Şehbayê heta Dêrikê balefirên keşfê digerin.

Wê 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê werin rizgarkirin

Çend roj berê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku ji ber bêhesasiyeta raya giştî û civaka navdewletî, wê dest bi darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ’ê bike. Piştî vê daxuyaniyê êrîş jî zêde bûn. Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Atî diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji roja ku ava bûye û heta niha  şerekî mezin li dijî terorê daye û di encamê de gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine rizgarkirin. Atî got “Ji ber ev serkeftinên Rêveberiya Xweser dewleta tirk aciz dibû. Dema ku herêmek dihate rizgarkirin, aciziya dewleta tirk jî zêde dibû. Herî dawîn Rêveberiya Xweser diyar kir wê çeteyên DAÎŞ’ê yên di destê xwe de bidarîzine.  Piştî vê biryara Rêveberiya Xweser êrîşên dewleta tirk jî zêde bûn. Wê nêzî 10 hezar çeteyên DAÎŞ’ê werin darizandin û wê derkeve holê ku ji sedî 99’ê van çeteyan ji ser Tirkiyeyê hatine herêmê.”

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Atî diyar kir 7 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî kolektîf bi hev re dijîn û got “Li herêmên me gel bi hev re dijîn. Ji bo hilweşandina pergala li herêmê dewleta tirk êrîşan dike. Dewleta tirk ji xwe berê jî êrîşî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiribû û dixwaze ewlehiya herêmê xera bike. Em ê bi yekîtiya gelan û Neteweya Demokratîk li hemberî dagirkeriya dewleta tirk bin.”