spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derwêş, Şiwêş û Tuma hatin oxirkirin

Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma ku di êrişa SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin, li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin veşartin.

Di merasima birêkirina cenazeyê Yusra Derwêş û Leyman Şiwêşê de ku di êrişa SIHA’yê ya Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin, heval û dostên wan soza pêkanîna hêvî û şopandina riya wan da. Axivêran da zanîn ku îradeya pêkhateyan sembol e, Rêveberiya Xwerser jî dê bi îradeyan wan bimîne.

Bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) bi rê kirin. Merasîm li Goristana Şehîd Isamîl a navçeya Amûdê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM, heval, dost û malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Di merasimê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvî El-Seyd axivî û got: “Ev girseya li vir,  nîşan dide ku tu hêz nikare moral û vîna me têk bibe. Ez destpêkê sersaxiyê ji Rêbertî re dixwazim, ji ber ku ew e yên jinên qehreman dan pêş. Dijmin jinên pêşeng hedef digire ji ber ku ji rola wan a qehreman ditirse.”

Hêzên garantor bê deng in

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî û da zanîn ku dewleta tirk ji bo piştgiriya terorê û dagirkirina Sûriyeyê bike, asta êrişên xwe zêdetir kiriye, bi van êrişan aloziya di hundirê Tirkiyeyê de vedişêre.

Yûnis balkişand ser bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê û wiha domand: “Êdî bes e, bi vê bêdengiyê hûn dibin hevkarê van komkujiyan in. Gelê herêmê ji bo aramî û ewlehiya cîhanê berdêlên pir giran dane. Divê li hemberî projeya Rêveberiya Xweser hûn bi berpirsyariyeke exlaqî rabin. Divê bi erka xwe ya li hemberî hêviyên gelê Sûriyeyê rabin.”

‘Îradeya pêkhateyan sembol e’

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryana Senherîb Bersûm jî axivî û diyar kir ku ji dîrokê heta roj îro dijmin yek e, ew jî zihniyeta dewleta tirk e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewlet xwe li ser qirkirina gelê suryan, ermen, kurd û civaka elewî û êzdî ava kiriye, heta niha jî hewldanên xwe yê qirkirinê dike.”

Bersûm got: “Em xwedî mafekî ne, em her dem serkeftî ne ji ber ku em xwedî îrade ne û bi şehîdan ve girêdayî ne. Gelê me li herêmê di nava hevgirtinekê de dijîn, xwîna me bûye yek bi vê yekê jî em soz didin şehîdên xwe. Îradeya pêkhateyan sembol û ronahî ye û dê Rêveberiya Xweser pê bimîne.”

Tuma bi merasimeke girseyî hat veşartin

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê endamê Meclisa Kantona Qamişlo Firat Tûma ê di êrîşa balafira bêmirov a dewleta tirk de li ser riya Qamişlo-Tirbesiyê de jiyana xwe ji dest dabû , li Goristana Keldan a li taxa Siyahî ya Qamişloyê veşartin.

Bi dehan şênî û nûnerên saziyên Suryan û Keldan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Tuma bûn. Kerwanê cenazeyê Firat Tuma ji pêşiya mala wî ya li Qamişlo bi lidarxistina ayînan ji aliyê endamê Komeleya Çandê ya Suryan ber bi dêra Mar Yaqûb El Nesîbînî ya Keldan ve bi rê ket.

Piştî nimêjê, kerwanê cenazeyê ber bi Goristana Keldan a li taxa Siyasî ya Qamişlo ve kete rê. Li goristanê hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîre Gewriye axivî û destnîşan kir ku êrişên rojane yên dewleta tirk li dijî herêmê bi armanca derxistina tevliheviyê û tirsê di nava gelê herêmê de ne.