Meclisa Navçeya Amûdê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşa balafireke bêmirov a li dijî erebeyekê aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Rojava dewam dikin û hêzên navneteweyî di van sûc û komkujiyan de şirîk in.
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li navçeya Amûdê bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û 2 welatî jî birîndar bûn.
Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê Amûdê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kêleka şervanên xwe ne û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û gelê wê ku ji ber cîhanê tevahî ve şerê terorê kiriye.
Êrîşa Minbicê
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta tirk, li gundê Boxazê yê li rojavayê Minbicê êriş bir ser karkerên zeytûnan.
Di encama êrîşê de karker Mihemed Hemîd Şêxo birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Berkelê ya Minbicê.