17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li Şirnex, Stenbol û Rihayê gelek kes binçav kirin

Di serdegirtinên malan ên li Şirnex, Stenbol û Rihayê de, di nava wan de parêzerû rêveberên HEDEP’ê, gelek kes hatin binçavkirin.

Îro serê sibê polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û sedema binçavkirinan jî nehat zanîn.

Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Yûsûf Gorucu, endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Omer Gorunmek, Gulbahar Herdem Fîlîzer, Ahmet Ozboganli, Guney Yildirim, Tûrgût Guvener, Cezmî Guçîn, Ridvan Guçîn, Yavûz Alinçer û Adem Yildiz.

Şirnex

Endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î Aysel Sarûhan ji bo di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amedê de îfadeyê bide çû Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Sarûhan li wir hate binçavkirin.

Riha

Di serdegirtinên malan ên Rihayê de jî endamên Meclisa Ciwanên HEDEP’ê Enes Rakim û Mûstafa Ozkan hatin binçavkiriN. Têkildarî sedemên binçavkirinan de agahî nehate girtin. Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.

Ciwanên hatin binçavkirin bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Hate diyarkirin ku navenda binçavkirinan Amed e û bi hinceta “Meşa Azadiyê” ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve hate lidarxistin hatine kirin. Hate diyarkirin ku di serdegirtina malan de Rakim hatiye derbkirin.