28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrişa li dijî komeleyên elewiyan de kesek hat girtin

Li Enqerê, di 30’ê tîrmehê roja destpêkê ya meha Mûharremê de li Enqerê li dijî Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Tûzlûçayir, Mala Cemê ya Ana Fatma Komeleya Gund a Gokçebey û Komeleya Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen bi awayekî hemwaxt êriş pêk hatibûn.

Piştî êrişan bi gumana ku êriş pêk anînê Çagdaş Can B., Baver G. û Ahmet Ozan K. hatibûn binçavkirin. Piştî ku îfadeyên wan ên li emniyetê bi dawî bûn duh her sê jî sewqî Sedozgeriyê Komarê ya Enqerê hatibûn kirin.

Dozgeriyê bi sûcdariya “Bi awayekî aşkera tehrîkkirina gel a dijminatî û kînê” , “Xesardayîna îbadetxane û goristanan” û “Astengkirina bikaranîna azadiya bawerî û ramanê” bi daxwaza girtinê her sê bersûcan sewqî Yekemîn Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Nobedar kir.

Dadgeriyê, ji bo Ahmet Ozan K. biryara girtinê da û ji bo Çagdaş Can B., Baver G. jî bi bergiriya “hefsa malê”biryara berdanê da.