13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevî nerazîbûna Çînê Pelosî serdana Taywanê kir

Seroka meclisa nûneran a DYA’yê Nancy Pelosî tevî gefên dijwar ên Çînê ji ya xwe daneket û serdana Taywanê kir. Pelosî di serdana xwe de bi Seroka Taywanê Tsai Ing-wen re hevdîtin kir û serdana parlamentoya Taywanê kir.

Pelosî li taywanê piştî hevdîtina bi seroka Taywanê Tsai Ing-wen daxuyaniyeke çapemeniya der barê sedema serdana xwe de da û wiha got: “Armanca me ew e ku azadî û aramiya domdar li Taywanê hebe, DYA’yê beriya 43 salan soz dabû ku piştgiriya Taywanê bike û îro ez dîsa ji bo vê armancê li vir im, Em ê tucaran ji soza xwe ya piştgiriya Taywanê gav paş de navêjin”

Çînê beriya serdana Pelosî ya Taywanê gelek gef lê xwaribûn û dabû xuyakirin ku heger Pelosî serdana Taywanê bike dê artêşa Çînê bê deng nemîne. Lê tevî hemû gefan Pelosî gera xwe ya welatên Asyayê bi serdana Taywanê berdewam kir.

Koreya Bakur jî piştgiriya Çînê kir û nerazîbûneke tund li dijî serdana pelosî ya Taywanê nîşan da. Berdevkê wezareta Karên Derve yê Koreya Bakur Biyong Yang serdana Pelosî wekî ‘destwerdaneke hovane’ di kar û barên navxweyî yên Çînê de bi nav kir.  Biyong Yang nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman û wiha got: “Destwerdana hovane ya Amerîkayê di kar û barên navxweyî yên welatên din de û provokasyonên wê yên siyasî û leşkerî sedema sereke ya têkdana aramî û ewlehiya herêmê ye.”

Piştî ku Pelosî giha Taywanê, Çînê bang li sefîrê DYA yê li Çînê kir û nerazîbûna xwe ji vê serdanê anî ziman. Çînê serdana Pelosi wekî hewldanên DYA’yê yê xirakirina ewlekarî û aramiya vê herêmê binav kir.

Hêjayî gotinê ye ku nerazîbûna Çînê li hemberî vê serdanê gelekî zêde ye ji ber tevî ku Taywanê giraveke xwedî rêveberiyeke xweser e lê Çînê wê wekî parçeyekî ji xwe dibîne.