6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên sivîl ên Şengalê qurbaniyên fermanê bi bîr anîn

Beriya 8 salan di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir û komkujiyeke mezin pêk anî. Bi hezaran êzidî hatin kuştin û windakirin. Hîna aqûbeta bi hezaran êzidiyan nediyare. Ji bo 8’emîn salvegera fermanê rêxistinên sivîl ên Şengalê merasîmek bîranînê lidarxistin û qurbaniyên fermanê bi bîr anîn.

Bi giştî 21 rêxistinên sivîl li navçeya Sinunê ya Şengalê li hev kom bûn û qurbaniyên fermanê bi bîr anîn. Destpêkê ji bo qurbaniyan deqeyek rêz hat girtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo qurbaniyan mum hatin pêxistin. Piştî wê sînevîzyona li ser fermanê hate temaşekirin. Pişt re jî bi rêya online jina êzidî Nadîa Muradî ku ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ji destên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin û di sala 2018’an de hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê ya Cîhanê hatibû dîtin, axivî.

Piştî axaftinan komên muzîkê derketin ser dikê û stranên li ser fermanê gotin.

Herî dawî li ser navê 21 rêxistinên sivîl ev daxuyaniya hevpar hate dayîn:

“8 sal bi ser fermanê re derbas bû, lê heya roja meya îro jî dewam dike. Hîn jî 2 hezar û 882 Êzidî windane, heya niha ji 82 gorên komî tenê 31 hatin vekirin. DAIŞ’ê 68 qubeyên dîrokî teqandin, heya niha tenê 2 car dadgeh hatiye meşandin. Ji bo avakirina jêr zemîna Şengalê heya niha ti gavek ji aliyê dewletan ve nehatiye avêtin.

Li gorî asta pêwîst kar ji bo avakirina Şengalê nayê kirin, heya roja îro tenê 11 dewletan jenosîda li ser civaka me qebûlkiriye. Em bang li hemû welatan dikin ku fermanê weke jenosîd qebûl bikin, divê hemû welat DAIŞ’iyên girêdayî xwe dadgeh bikin. Pêwîste Iraq biryara xwe ya di destûrê de girêdayî jinên ku di destê DAIŞ’ê de rizgar bûne, pêkbîne. Êşa civaka me hîn dewam dike û ji bo sivikkirina vê êşê heya niha ti gavên xurt nehatine avêtin.

Em bang li hemû sazî û rêxistinên Êzidî, cîhanê û herêmê dikin, bi taybet bang li Neteweyên Yekbûyî û Iraqê dikin, daxwaz û mafên civaka Êzidî pêkbînin.

Ji bo civaka me dubare jiyana xwe ava bike, divê mafên wan ên sereke bên dayîn, em bang li Iraq û Neteweyên Yekbûyî dikin, ji bo aqûbeta Êzidiyên winda kar bikin.

Em carek din hemû şehîdên fermanê bi bîrtînin, spasiya xwe ji hêzên ku ji bo Şengalê canê xwe fedakirine, dikin. Em daxwaza azadiya Êzidiyên di destê DAIŞ’ê de dikin, her kes li hemberî civaka me berpirsyare û divê erkên xwe pêkbînin.”