5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA 300 fûzeyên Patriot difiroşe Siûdiyê

Wezareta Parastinê ya DYA’yê îro da xuyakirin ku Wezareta Karên Derve mijara firotina fûzeyên Patriot û hin alavên pê ve girêdayî ku buhayê wan zêdeyî 3 milyar dolar e bo Erebistana Siûdî erê kiriye.

Li gorî nûçeya reuters’ê Pentagonê her wiha daye xuyakirin ku Wezareta Karên Derve peymana firotina pergala fûzeyên parastinê ya bi buhayê 2.25 milyar dolar ya ji bo Îmarata Erebî jî erê kiriye.

Ji aliyekî din ve wezaretê got ku wan bi Siûdiyê re li ser pêkanîna tatbîqatên leşkerî yên hevbeş jî lihev kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku bi zêdebûna nakokiyên di navbera DYA û Îranê de, DYA’yê ji nû ve li Rojhilata Navîn dixwaze têkliyên xwe bi hevkarên bihêz ên herêmê re xurtir bike.