6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DBP’ê fermana DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan şermezar kir

DAIŞ’ê di sala 2014’an de piştî ku Mûsil dagir kir di 3’ê Tebaxê de berê xwe dabû Şengalê û li dijî civaka êzidî hovîtiyeke mezin pêk anîbû. DAIŞ’ê bi hezaran êzidî kuştin û bi deh hezaran jin û zarokên êzidî jî revand û wan li bazarên koleyan firot. Di ser vê hovîtiya DAIŞ’ê re 8 sal derbas bûn û hê jî jin û zarokên ku ji destê DAIŞ’ê nehatine rizgarkirin û hene.

Bi munasebeta salvegera vê hovîtiya li dijî civaka êzidî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyeke nivîskî da û jenosîda ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan pêk anî şermezar kir. DBP’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku piştî DAIŞ’ê Iraq, PDK û Tirkiye dixwazin destkeftiyên civaka êzidî yên piştî fermanê têk bibin. Her wiha DBP’ê bang kir ku qirkirina êzidiyan bê naskirin.

Daxuyaniya DBP’ê bi tevahî wiha ye:

“Qirkirina Êzidiyan ku komkujiya herî hovane ya sedsala 21’an e, di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat û îro weke Fermana 74’emîn tê binavkirin. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok dîl hatin girtin û li bazarên koleyan hatin firotin, bi sed hezaran Êzidî jî neçar man warên xwe yên kevnar biterikînin. Di ser vê qetlîamê de 8 sal derbas bûn lê jana wê hê jî wek roja ewil e.

Sûcê mirovahiyê

Komkujiya ku DAIŞ’ê li dijî civaka me ya Êzidî pêk anî, ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve weke Qirkirina Êzidiyan hat qebûlkirin. Komîsyona Lêkolînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku “komkujî weke qirkirin bê qebûlkirin”. Ev qetlîama ku di raporên saziyên navneteweyî de di kategoriya “sûcê mirovahiyê” de cih girtibû, heta niha ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî nehatiye şermezarkirin.

Ev qetlîama ku di heman demê de weke qirkirina jinan tê qebûlkirin, jinên Êzidî keziyên porê xwe li kêlikên mezelan girêdan û di pêşengiya hêzên demokratîk de li dijî tarîtiya hovane ya DAIŞ’ê,  di nav têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de cih girtin. Hêzên ku tehamulê vê xweparastinê nekirin, hewl didin ku civaka me ya Êzidî ji xaka wan a pîroz derbixin, ji nû ve bi êrîşan bixin bin xeteriya komkujiyê.

Banga li mirovahiyê

Bi şirîkatiya hikûmeta Iraq, PDK û bi taybetî Tirkiyê, ku dixwazin Şengal û derdora wê vala bikin û hewl didin destkeftiyên gelê Şengalê têk bibin êrîş pêk tên. Li hemberî van êrîşên ku mabesta wan ew e Şengalê bê statü bihêlin, PDK bêdeng dimîne û hevpariya vî sûcî didomîne. Divê saziyên navneteweyî li dijî van tehdîdên ku li ser hebûna civaka me ya Êzidî pêk tên, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Em wek Partiya Herêmên Demokratîk; Fermana 74’emîn a Êzidiyan bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em ê her tim mil bi mil bi civaka xwe ya Êzidî re bin ku di dîrokê de rastî gelek qetlîaman hatine. Em kesên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû mirovahiyê dikin ku li dijî pêkanînên dijmirovahî, qirkirin û qetlîaman têbikoşin û “Qirkirina Êzidiyan” nas bikin.”