18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê dîsa gefa nukleerî li welatên Rojava xwar

Di destpêka êrîşên Rûsya yên li dijî Ukraynayê ku di 24 sibatê de dest pê kiribû, serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn hêzên parastina Rûsyayê ku di nav de çekên nukleerî jî hene xistin rewşa hewarê ya lezgîn. Rûsyayê wê demê ev amadekariyên xwe wekî bersivekê ji bo daxuyaniyên rayerdarên welatên Rojava û ambargoyên li dijî Rûsyayê nirxandibû.

Piştî wê jî gelek caran rayedarên Rûsyayê di demên cuda de gefa bikaranîna çekên nukleerî xwaribûn.

Dîplomatê rûsî Aleksandr Trofimov di konferanseke ji bo bisînorkirina çekên nukleerî de, tewanbariyên li dijî Rûsyayê red kirin û wiha bersiv da : “Tewanbariyên li dijî Rûsyayê yên der barê bikaranîna çekên nukleerî ne di cih de ne û bê bingeh in. Heke êrîşeke ku gefê li hebûna Rûsyayê nexwe pêk neyê dê Moskova tu caran çekên nukleerî bikar neyne”

Aleksandr Trofimov di berdewamiya axaftina xwe li ser helwesta welatên Rojava û alîgiriya wan a ji Ukraynayê re jî wiha got: “Em hewl didin ku bi sebir tevbigerin lê heke welatên Rojava bixwazin hêza me biceribînin, em ê di wî warî de dudiliyan nekin.”

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara pêşî ye  rayedarên Rûsyayê gefa bikaranîna çekên nukleerî dixun. Bi her alîkariyeke DYA û welatên Rojava yên ji Ukraynayê re, rayedarên Rûsyayê gefa bikaranîna çekên nukleerî dixun.