28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeya ku li Zapê şikest dixwaze êrîşî Rojava bike

Rojhilata Navîn di dîrokê de gelek caran bûye qada şer û pevçûnên hêzên dagirker. Em baş dizanin ku aktorê herî zêde tevlîheviyê çêdike Tirkiye ye. Koka van hemû êrîş, pevçûn û şeran ji dijminahiya li hemberî kurdan tê.

Ku em rewşa niha binirxînin em dikarin van xalan bijmêrin:

Şerê li Heremên Parastina Medyayê

Wekî ku tê zanîn zêdetirî 100 roj in dewleta tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî êrîşî ser Herêmên Parastinê yên Medyayê -bi taybetî, heremên Zapê- kir û niha şerekî bêhempa li dijî dagirkeriya tirk heye. Li gorî bilançoya dawîn derdora hezar û 600 dagirker hatine kuştin, 4 helîkopter û tankek hatiye rûxandin û bi sedan çek û teqemenî hatine desteserkirin. Bi sedan leşker jî birîndar bûne. Lê dewleta tirk van hejmaran ji raya giştî vedişêre ku ev jî parçeyek şerê taybet ê li dijî kurdan e. Ev şer ewqasî pêşde diçe ku heya niha bi dehan caran çekên qedexîkirî wek fosfor û termobarik bi kar aniye. Lê dîsa jî heta niha xuyaye ku serkeftinek bi dest nexistine. Ya na ew ê niha her roj di rojname û TV yên xwe de propaganda şerê qirêj bikirana. Lê ji ber ku têkçûnên mezin dijî, wekî ku qet tiştek

tune be tevdigere. Ji ber ku serkeftinek ji vî şerî dernexist, niha dixwaze li cîhekî din êrîşî gelê kurd bike.

Êrîşa Zaxo û sedemên wê

Di 20‘ê tîrmehê de dewleta tirk li gundê Perexê êrîşek pêk anî û di encamê de 9 sivîl hatin qetilkirin. Pêşî xwest bavêjin ser PKK’ê lê di demek kurt de derewên wan derketin holê. Li dijî vê nerazîbûnek gelek mezin hate nîşandan. Divê baş were zanîn ku dewleta tirk ev bûyer bi şaşî pêk naniyê, bi zanebûn pêk aniye. Ji ber ku him dewleta tirk û him jî hemû alî dizanin ku ew herêmeke tûrîstîk e. Di bingeha vê êrîşê de 2 armanc hene. Yek dewleta tirk dixwaze wê herêmê ji mirovan vala bike û dagirkeriya xwe li wê herêmê mîsoger bike û xwe bi dewamî bi cih bike. Ji ber wê jî êrîşên wek vê gelek caran pêk aniye. Jixwe hikûmeta herêmî ya başûrê Kurdistanê jî ev diyar kiriye ku heya niha gelek gund û mezra vala bûne. Dema em li hejmaran dinerin dibînin ku dewleta tirk ji bo dagirkirinê hatiye Başûr. Ji bo wê jî nêzî 30 hezar leşker, nêzî 100 baregeh û cihên dewleta tirk li Başûr hene.

Erdogan ji Îranê destvala vegeriya

Armanca duyemîn jî şerê Rojava ye. Dewleta tirk ji ber ku di şerê li dijî gerîllayên azadiyê de tu encam negirt, xwest vê carê êrîşî Rojava bike. Di civîna NATO’yê ya li Madrîdê de wisa diyare ku NATO nîv-erê, nîv-na destûr da Tirkiyeyê ji bo êrîşî Rojava bike. Vê carê Tirkiyeyê xwest ji Rûsya û Îranê destûr bigire. Rûsya jî weke NATO û Amerîkayê wisa xuyaye ku nîv-erê, nîv-na qebûl kiriye, ji bilî Îranê. Îranê ketina dewleta tirk a Rojava red kiriye. Ji bo ku Îranê qanih bike  -serokomarê tirk diçe cem Xamenî- xwe çiqas biçûk dixe jî dîsa jî destûrê nagire. Ji ber ku Tirkiye destvala ji Îranê vedigere, dixwaze di ser Iraqê de zextan li Îranê bike. Êrîşa li Zaxoyê ya ji bo ku peyamê bidin Îranê bû.

Bûyerên li Iraqê

Divê baş were zanîn ku gelek dewletên ereban jî xeyala dewleta tirk a Osmaniyan ji bo xwe wekî xeter dibînin û di vê têgihiştinê de ne. Ew jî dizanin ku bêgûman armanca êrîşan yekemîn kurd in û duyemîn jî hemû Rojhilata Navîn e. Ji bo wê jî piştî êrîşa li Zaxoyê gelê Iraqê nerazîbûnek gelek mezin li dijîi vê êrîşê xuya kir. Dewleta tirk bi xwe ewqas nerazîbûn hêvî nedikir. Ev nerazîbûn ewqas mezin bûn ku gel êrîşî gelek cihên tirk kirin. Ji ber ku hikûmetê jî gavên berçav li dijî dewleta tirk neavêtin, hêrsa gelê Iraqê mezin bû û di van rojên dawîn de êrîşî ser parlamento û gelek saziyên Rêveberiya Hikûmetê kirin. Ev rabûna gelê Iraqê dikare ji bo Başûr û gelê kurd jî bibe fersendek. Di vê fersendê de gelê Başûr rabe ser lingan dikare hem malbata Barzanî hem jî kesên çavên xwe li dewleta tirk digirin ji Başûr derxînin.

Wisa xuyaye ku dewleta tirk di qada navneteweyî de hemû alîgir ji bo êrîşî Rojava bike qanih nekiriye. Bêguman peyamên veşartî jî dibe ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê û Tirkiye û NATO’yê de hatibe mohrkirin. Lê bi giştî xuyaye ku hêzên navdewletî destûr nedane dewleta tirk. Lê dîsa jî dewleta tirk her roj êrîşî Rojava dike û şer dimeşîne. Şer bêguman ne tenê bi ketina leşkeran pêk tê, her roj bi balefirên bêmirov û bi topan êrîş dike. Her wiha Tirkiye şerekî siyasî û aborî li dijî Rojava dimeşîne. Ji bo wê jî navê wê divê mirov rast deyne ku şer e! Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê vê rastiyê bibînin. Lê diyare ku ev rastî ditîne û li gora wê tev digerin. Di mehên pêşiya me de ji bo dewleta tirk û hikûmeta wê “serkeftinek” pêwîst e. Diyare ew ê gelek lîstikan bilîzîn ji bo ku destkeftiyên kurda tune bikin.

Ji her aliyî ve êrîş û şer li ser vîna kurdan heye. Koka hemû nakokiyên li Rojhilata Navîn dijminahiya li dijî kurdan e. Ev dijminahî ew ê bibe parçekirin û têkçûna gelek dewletan.

Di dawî de divê em zanibin ku gelê kurd di pêvajoyek gelek stratejîk de derbas dibe. Berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tevgera HSD û Rojava, biryarbûna gelê kurd a li Ewropa û hemû cîhanê, berxwedana gelê kurd a li Başûr ew ê pêşeroja me diyar bike û bihêle ku em destkeftiyên xwe biparêzin.