3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşa li dijî milîsên Îranê de 9 kes mirin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da xuyakirin ku li rojhilatê Sûriyeyê doh bi şev êrîş li dijî baregehên milîsên Îranê hatiye kirin û yek jê rayedar herî kêm 9 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûne

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê êrîşa doh bi şev li Dêrazorê li dijî milîsên Îranê hate kirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniya SOHR’ê de hate gotin, “Li herêma Dêrazorê di êrîşên li ser vîlayekê de ku weke navenda ragihandinê dihate bikaranîn, yek jê rêveber 9 şervanên alîgirê Îranê mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de li ser berpirsyarê êrîşê agahî nehate dayin. Medya ser bi hikumeta Şamê ve jî bêyî ku agahiyên berfireh bide diyar kir ku li rjohilatê welêt “Êrîşa Emerîkayê” hatiye kirin.

Ji sala 2011’an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve Îsraîlê bi sedan caran êrîş bir ser Hîzbûllah a Lubnanê û komên alîgirê Îranê yên li nêzî Şamê. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî li rojhilatê Sûriyeyê êrîş bir ser komên alîgirê Îranê.

Li gorî SOHR’ê çend saet beriya êrîşa roja Sêşemê, balafireke kargo ku barê xwe ekîpmanê teknîkî û endamên Muxafizên Şoreşê yên Îranê bû ji Şamê xwe li Dêrazorê danî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku vîla li Dêrazorê ya bi temamî hate hilweşandin di destê Muxafizên Şoreşê de bû.

Êrîşên bi heman rengî di meha Sibatê de hatibû kirin û herî kêm 29 ‘şervanên alîgirê Îranê’ hatibûn kuştin.

Êrîş piştî êrîşa 28’ê Çileyê ya li ser baregeha Emerîkî ya li Urdunê ya li nêzî sînorê Sûriye û Iraqê hatibû kirin ku di encamê de sê leşkerên Emerîkî hatibûn kuştin. Washîngtonê komên alîgirê Îranê weke berpirsyarê êrîşê nîşan dabû.