3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hatayê Konteyner di nav avê de man

Li Hatayê ji ber bager û baranê gelek konteyner di bin avê de man û serbanên gelek avahiyan jî bi bagerê re ketin xwarê

Li navçeyên Defne û Antakyayê yên Hatayê ji duh ve bager û baraneke zêde heye. Bager û baranê bandoreke mezin li ser jiyana gel dike. Ji ber barana zêde gelek konteyner di bin avê de man. Li Sûka Dirêj a Dîrokî ya navçeya Antakyayê jî gerên avê çêbûn.

Her wiha serbanê kafeyekê ya li bajarê konteyneran a Taxa Ormanli ya navçeya Defneyê ji ber bagerê firiya. Serbanê firiyayî li konteyneran ket û sekinî. Hat zanîn ku zirar gihişt konteyneran. Ji ber bagerê zirar gihişt serbanên hinek malan.

Rayedaran li cihên ku di bin avê de mane xebat dan destpêkirin. Bager û barana zêde li bajar dem bi dem bandora xwe zêde dike.