21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşên dewleta tirk de 4 kes şehîd bûn

Di êrîşên dewleta tirk yên li ser kargeh û binersaziya bajarê Qamişloyê de 4 welatî şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn.

Dewleta tirk ji danê siharê ve binesazî û cihên xizmetguzariyê yên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bombebaran dike.

Dewleta tirk di saet 10:45’an de bombe li kargeheke li taxa Elaya ya li Qamişloyê barand.

Piştre jî 4 caran bombe li saziyeke xizmeta binesaziyê ya li taxa Enteriyê barand. Weşanxaneya Sîmav, Febrîqeya êm a Cizîrê û Stasyona Trenê çend ji wan deveran bûn ku hatin bombekirin.

Li gorî agahiyan, li Qamişloyê di êrîşan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, hejmara kuştî û birîndaran dibe ku zêde bibe.

Dewleta tirk di heman demê de li Kobanê jî êrîş bir ser tamîrxaneyekê. Di encamê de 2 karker birîndar bûn.