spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Foza Yûsif: Li dijî êrîşan em berxwedana topyekûn îlan dikin

Foza Yûsif diyar kir ku dewleta tirk şerekî topyekûn li dijî gelên herêmê dike û got “Em jî berxwedaneke topyekûn îlan dikin. Divê gelê me li dijî şerê qirkirinê seferber bibe.”

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê ji ANHA’yê re axivî.

Foza Yûsif behsa êrîşên dawî yên dewleta tirk ên li dijî binesaziya Rojava kir û wiha got: “Dewleta tirk şerekî topyekûn li dijî gelê me îlan kiriye, her tiştî dike hedef, tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.  Ev êrîş li dijî hebûna gelê herêmê ye.”

Foza Yûsif li dijî êrîşan banga hevgirtinê kir û wiha domand: “Em jî berxwedana topyekûn îlan dikin. Divê gelê me li tevahî bajar û saziyan li dijî vî şerê qirkirinê seferber bibe. Divê em saziyên xwe biparêzin. Divê em di rewşa seferberiyê de bin. Îro roja berxwedan û rûmetê ye. Divê em hevgirtî bin û li hemberî kiryarên dewleta tirk a faşîst seferber bibin.”