21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

33 partî û tevgerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî êrîş şermezar kirin

33 partî û tevgerên siyasî yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar dan û bi tundî êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin.

Nûnerên 33 partî û rêxistinên siyasî li taxa Meheta ya Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Dema nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd daxuyanî dixwend, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta tirk li nêzî cihê dayîna daxuyaniyê gelek dever bombebaran kirin. Nûnerên saziyan di  daxuyaniyê de bibîrxistin ku dewleta tirk di 23’yê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesaziyê enerjiyê, navendên petrol û ceyranê bombebaran kirin. Partiyan bi tundî êriş şermezar kirin û got armanc ji van êrişan têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye.

Nûneran di dewama daxuyaniyê de diyarkirin ku dewamkirina êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşê aloztir dike û ewlehî û îstiqrara herêmê dixe metirsiyê. Di daxuyaniyê de wiha got: “Dewleta Tirk beşên mezin ên bakurê Sûriyeyê dagir kirine, armanc dike îradeya gelê Sûriyeyê ya dixwaza serdestiya xwe vegerîne û li hemberî despotiya navendî demokrasiya aştiyane pêk bîne, bişikîne. Tirkiye faktora sereke ya binketina tevgera gelê Sûriyeyê ya azadî û demokrasiyê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk bi taybetî li dijî gelê Kurd, sûcên şer û qirkirinê li dijî niştecihên resen pêk tîne, wan koçber dike, demografiya herêmê diguherîne û alîgirên xwe yên xwedî îdeolojiya tundaw a AKP’ê li malên wan bi cih dike. Her wiha sûdê ji rewşa li Rojhilata Navîn digire û li ber çav û guhê civata navneteweyî projeyên xwe yên mêtingeriyê dimeşîne.”

Partî û rêxistinên siyasî di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk helwesteke zelal bide. Partî û rêxistinan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û hişyarî da civaka navneteweyî ku ev êriş bidin sedema vegera xetereya DAIŞ’ê li Sûriyeyê û ewlehî û îstiqrara navneteweyî bixin metirsiyê.

Bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê jî hat kirin ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker li ber çavan bigirin û hişyarî da ku ev êriş ked û fedakariyên ku di şerê li dijî terorê de hatine dayîn, pûç bike.

Partî û rêxistinên siyasî her wiha welatên Ereban kir ku rola xwe der bare Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi cih bûne, piştgiriyê bide hêzên wê yên siyasî yên demokratîk û hate gotin: “Ev hêz bingeha sereke ya çareseriya siyasî ya demokratîk e, ji ber xwedî projeyeke nîştimanî ya çareserî û bidawîkirina dagirkeriyê û vegerandina silametî û serdesteiya Sûriyeyê ne.”

Partî û rêxistinên ku daxuyanî dane ev in:

1- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

2- Partiya Kesk a Demokratîk

3- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

4- Partiya Lîberal a Kurdistanê

5- Partiya Komunist a Kurdistanê

6- Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê

7- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)

8- Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê

9- Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

10- Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11- Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistsanê

12- Partiya Nûjen a Kurdistanê

13- Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê

14- Desteya Nîştimanî ya Erebî

15- Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

16- Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

17- Partiya Çaksaziyê-Sûriyeyê

18- Partiya Asûrî ya Demokratîk

19- Partiya Biratî ya Kurdistanê

20- Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

21- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22- Kongra Star

23- Partiya Muhafazekaran

24- Partiya Têkoşîna Azad

25- Partiya Pêşerojê ya Kurdistanê

26- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27- Heyet Tensîq El Weteniya-Hereket El Texyîr El Demoqratî

28- Partiya Yekitiya Suryan

29- Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê

30- Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

31- Partiya Yektiya Demokratîk a Kurd li Sûryeyê (Yekitî)

32- Şepêla Çepgir a Şoreşger li Sûriyeyê

33- Partiya Sûriyana.