8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li Misra jorîn di guherîna civakê de rolek mezin dilîzin’

Martîna Mamed a ku hîn di 15 saliyê de dest bi rexnekirina jiyana ku ji bo jin û zarokên keç tê ferzkirin kiriye diyarkir ku li Misra jorîn, piştî guherîna ku di xwe de çêkiriye, niha ji bo jinên din têkoşînê dike.

Li Misra jorîn ku zîhnyeta mêrsalarî lê serdest e, jin bi salan e li dijî zextên civakê têdikoşin. Martîna Hamed bi xwe ji zaroktiya xwe ve li dijî zextên civakê ên ku li beramberî jin û zarokên keç tê ferzkirin têdikoşe, niha di Hewldana Piştgiriya Zagonî a jinên Sanad ku li Mallawi a li Walitiya Minya di xebatên derbarê jinan de cih digre.

Endama hewldanê Martîna Hamed ji JINHA re axivî û diyarkir ku hê di 15 saliyê de dest bi rexnekirina jiyana ku ji bo jin û zarokên keç tê ferzkirin kiriye û got: “Ji ber jin rastî zextên cûr be cûr in. Ji ber hişmendî û paşverutiyên civakê jin ji nasnameya xwe hatine dûrxistin û ne xwedî tu mafane.”

‘Di qadên civakî de hebûna jinan a taybet tê qebulkirin’

Martîna Hamed da zanîn ku li Misra jorîn rastiya civakê gelek tevlîhev e û got: “Ji ber çûyîna jinan a kafe û li gel mêran hebûna wan li heman cihê qedexeye. Em dikarin bêjin qonaxa ku niha em hatine rewş hinek hatiye guhertin. Li walitiya Minya raporên ku li dijî tacîza beramberî jinan tên amadekirin hene. Li gor berê rêjeya hebûna taybet a jinan di qadên civakê de hê zêdetir tê qebulkirin.”

‘Jin di guherîna civakê de rolek mezin lîst’

Martîna Hamed bal kişand ku di encama xebatên bê westan ên saziyên femînîst derbarê hebûna jinan di nava jiyana civakê de encamên diyar bi dest xistine û wiha dom kir: “Bi taybet li dijî suneta jinan xebat tê meşandin. Pirsgirêka suneta jinan û zewicandina zarokan hê tam nehatiye çareserkirin. Lê belê xebatên ji bo ji qalib derketinê  encamên rast dan. Jinan rolek mezin di daxwaza xebatkirin û tercîhên şexsî de lîstin.”

‘Min guherîn di xwede avakir, êdî ez jinek serbixwe me’

Martîna Hamed destnîşan kir ku ji bo guherîna jiyana ku ji jinan re hatiye ferzkirin ji zarokatiya xwe ve xebat dike û wiha got: “Ji ber hebûna mêran bê parmayîna min a ji mafê herî bingehîn ê çûyîna Seraya Çandê a bejdarî rûniştina perwerdê jî di navde min red kir. Ez bi rastiya xwe re hevrû bûm. Ji ber ez ji rastiya ku ezê wê biguherim bawer bûm û ez bi heyecan bûm. Min di xwede jinek ciwan a bi hêz ku wê guherînê di xwede çêbike dît, bi demê re hişmendiya min û kêrhatiya min zêde bû. Min karî ez rastiya xwe bigûherim. Êdî ez bûm jinek serbixwe ku êdî di xebite, geştê dike û biryarên guncaw bigre. Niha jî ji bo jin di qadek azad de jiyan bike ez di xebitim.”

 ‘Jin êdî daxwazên xwe tînin ziman’

Martîna Hamed got: “Li Misra jorîn tevî hişmendiya mezin a ku çêbûye, hîna ên ku bi çavên berê temaşedikin hene.” Martîna Hamed bi bîrxist ku têkoşîna bi hişmendiya mêrsalarî re pêwîstî bi amûrên nû û bi bandor heye û got: “Êdî di hêjmarek a zêde a jinan de hişmendî ava bûye û jin daxwaza jiyanek bi edalete a ku ji tundî û cihêkariyê dûr dikin. Gelek giringe ku jin êdî daxwazên xwe bi awayek bi hêz bînin ziman.”

Martîna Hamed di dawî de got ku bi zêdebûna hêjmara jinên serkeftî di nava civakê de li ser fikrên malbatê bandorek erênî kiriye û got: “Rol modelbûna jinê dibe sedem ku malbat bi demê re dixwazin keçên wan weke kes tevger bikin, biçin kar û perwerde bibinin.” Martîna Hamed bang kir ku ji bo zarokên keç serkeftî bin divê malbat hê zêdetir piştgirî bidin.