8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka greva birçîbûnê-1

Marion Wallace Dunlop ji ber mafên dengdayînê ya jinan dixwest ji hêla dewleta Birîtanyayê tê girtin. Di girtîgehê de têkoşîna xwe didomîne û di 5’ê tîrmeha 1909’an de li Girtîgeha Holloway a Londrayê dest bi greva birçîbûnê kir.

Li dijî neheqiyên ku pêk tên bertekên her gel, civak û kesan ji hev cudatir in. Her neheqiyên ku pêk tên li dijî xwe rêbazek/çalakiyek cudatir didin destpêkirin. Bi gelemperî çalakiyên ku jinan ji wan re pêşengî kiriye dûrî bikaranîna tundiyê ne. Mînaka vê yekê ya herî berbiçav û ya bi salane berdewan dike greva birçîbûnê ya ku bingeha xwe ji dîrokeke kevn digire û bi pêşengiya jinan bûye çalakiyeke polîtîk.

Çalakiya greva birçîbûnê wekî çalakiyeke protestoyî ya siyasî bi demê re li cîhanê belav bûye. Ev rêbaz rêbazek berxwedanê ya bêtundî ye. Bi gelemperî ji bo bidestxistina hin armancên taybet tên kirin ango bi dawîkirina zextan tê kirin. Mînak li dijî guhertina qanûnan an rakirina zordariya dewletan pêk tê. Di vê çalakiyê de ji bilî av, xwê û şekir tu xwarin an jî vexwarin nakeve laş. Mirov dikare bibêje ku di vê çalakiyê de wek ku ji navê wî jî tê fêmkirin laş birçî tê hiştin.

Pêşengiya jinan

Wek tê zanîn jin bi dayîna berdêlên gelek mezin di nav pergala mêrperest (dewletbûn)de bûn xwedî îrade. Ji bo mafê bikaranîna dengdayîna di hilbijartinan de têkoşîna sufrajetan (jinên li Brîtanya û DYA’yê ji bo mafê dengdayînê xebat meşandine) xwedî cihek girîng e. Di vê têkoşînê de hişmendiya mêrperst ji bo rê li ber jinan bigire serî li rêbazên astengkirinê xistiye. Jinên wek Marion Wallace Dunlop ji bo mafên xwe bi dest bixin hatine girtin, di girtîgehan de bi girtiyên edlî re yek hatine hesibandin. Li dijî vê nêzikatiyê Marion Wallace Dunlop di 5’ê tîrmeha 1909’an de bêyî agahdarkirina serokatiya Yekitiya Jinan a Civakî û Siyasî (WSPU) ya ku ji bo mafên jinan xebat dimeşîne li Girtîgeha Holloway a Londrayê dest bi greva birçîbûnê dike. Rayedarên îngilîz ji bo çalakiya Dunlop deng venede di seata 91’emîn a çalakiyê de biryara berdana wê ya ji girtîgehê dide.

Tevî biryara Dunlop a şexsî û astengkirina rayedarên dewletê jî greva ku dabû destpêkirin zû bandor li ser hevalên wê dike û gelek hevalên wê dikevin greva birçîbûnê. Rayedarên îngilîz bi zorê mudaxeleyê greva birçîbûnê dikin û di encama vê mudaxeleyê de Mary Clarke, Jean Hewart, Katherine Fry û çend jinên din jiyana xwe ji dest didin.

Madalyaya Greva Birçîbûnê

WSPU li dijî hewldana hikûmetê ji bo xurtkirina moral û teşwîqkirina wêrekî û dilsoziya ji dozê re madalya da jinên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûne. Madalyaya Greva Birçîbûnê ji aliyê Sylvia Pankhurst ve hat amadekirin û di sala 1909’an de diyariyî jinan kir.

Çalakiya ku Marion Wallace Dunlop da destpêkirin bi demê re bû polîtîkaya WSPU’yê. Di sala 1913’yan de parlementoya Brîtanya ji ber zêdebûna grevên birçîbûnê yên girtiyan bi navê Tehliyekirina Girtiyan a Demkî (Peymana Pisîk û Mişk) peymanek qebûl kir. Li gor vê peymanê dê girtiyên ku ketine greva birçîbûnê û rewşa wan a tenduristiyê ne baş e bên berdan dema tenduristiya wan baş bibe jî bên girtin. Emmeline Pankhurst ku yek ji avakara WSPU’yê ye jî çend caran ji ber ku ketiye greva birçîbûnê hatiye girtin û berdan.

Belavbûna greva birçîbûnê

Greva birçîbûnê ya ku Marion Wallace Dunlop û endamên WSPU pêş xistin bi demê re li gelek aliyên cihanê bû çalakiyek siyasî. Kesên navdar ên ku rastî tehde û neheqiyan hatine ango hewldane di nav pergala dewletê de hin rêbazan biguherînin serî li vê çalakiya bê tundî dane.

Jina bi navê Fanya Anîsîmovna Baron (1887-1921) ku şoreşgereka anarşîst a lîtvanyayî ye li Yekitiya Sovyet a Rûsyayê ji ber xebatên xwe tê girtin. Baron li Girtîgeha Taganka bi kesên wek Lev Çornî û Îvan Gavrîlov re li dijî dîlgirtina xwe di tîrmeha 1921’an de dikeve greva birçîbûnê. Bi Baron re 13 kesên din ji aliyê Çeka (Îstihbarata Yekitiya Sovyet a Rûsya) ve tên îdamkirin.

Mohandas Gandhî ku bi çalakiyên xwe yê dûrê tundiyê tê nasîn di navbera salên 1922-1942’an de gelek caran hatiye girtin. Wê demê Hindistan di bin mêtingeriya Hikûmeta Birîtanyayê de bû. Gandhî li dijî vê mêtingeriyê gelek caran serî li rêbaza greva birçîbûnê daye.

Wek Gandhî, Pottî Sreeramûlû ji bo wekheviya civakê û ji holê rakirina pergala kastê gelek caran çalakiyan li darxistiye. Sreeramûlû ji bo serxwebûna Eyaleta Andra Pradeş serî li rêbaza greva birçîbûnê xistiye û di roja 56’emîn a grevê de jiyana xwe ji dest daye. Mirina wî di nav gel de bûye sedema serhildanê û di encamê de hikûmeta Hindistan a ku nû hatiye avakirin neçar maye ku piştî 3 rojan serxwebûna eyaleta Andra Pradeş nas bike.

Greva birçîbûnê ya herî dirêj

Jina bi navê Irom Chanu Sharmila ya hindî ku çalakvaneke mafê mirovan e û wek ‘Leydiya Hesin a Manîbûr’ tê nasîn di 5’ê mijdara 2000’î de li dijî yasaya serbestbûna girtin, bêdestûr lêgerîna malan û bikaranîna çekan a hêzên çekdar ên Hindistanê dest bi greva birçîbûnê dike. Hikûmeta Hindistan ji ber ku naxwaze ew di grevê de jiyana xwe ji dest bide bi zorê di pozê wê de bi rêya xortomê xurek dide. Lê Sharmila heta 2016’an jî xwarin û vexwarinê naxwe. 16 salên ku Sharmila di grevê de dimîne wek greva herî dirêj a cihanê dikeve nav pelên dîrokê.

Yek ji kesên ku herî dirêj di greva birçîbûnê de maye Mustafa Cemilev ê tatar e. Cemîlev ji bo azadiya Kirimê 303 rojan li dijî nêzikatiyên Yekitiya Sovyet a Rûsyayê di greva birçîbûnê de maye û bi daxwaza kesayetên wek Pyotr Grigorenko çalakiya xwe bi dawî kiriye.

Danezana Maltayê

Bi belavbûna çalakiya greva birçîbûnê di sala 1991’an de di Danezana Maltayê ji bo greva birçîbûnê ev danasîn hat kirin: “Kesekên ji aliyê derûnî ve pirsgirêkên wan tunene dikarin bi îradeya xwe xwarin û vexwarinê red bikin.”

Me di vê nivîsa xwe de bi giştî hewl da bal bikşînin ser destpêk û belavbûna greva birçîbûnê. Em ê di nivîsa hefteya hatî de grevên ku kurdan dane destpêkirin û encamên van grevan binivîsin.