11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heta azadiyê em ê têbikoşin

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya li Amedê didome. Çalakgeran destnîşan kirin ku heta Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û gotin: “Heta tecrîd bidome dê têkoşîna me jî bi biryar bidome.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di girava Îmraliyê de tê tecrîdkirin. 33 meh in parêzer û malbat bi tu awayî nikarin biçin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ziyaret bikin. Nobeta Edaletê di 5’ê kanûnê de di pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAY-DER) de li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasıyê ya Gelan (HEDEP) a navçeya Rezan a Amedê dest pê kir. Ji koma yekemîn a çalakiya Nobeta Edaletê çalakger Reşahat Acar, diyar kir ku heta dilopek xwîn di laşê wan de hebe dê têbikoşin û got: “Girtî li zindanan di çalakiyê de ne. Heta ku ev tecrîda li ser Îmraliyê neyê şikandin dê têkoşîna me bidome. Em ê her dem li dijî tecrîdê li ber xwe bidin û xwedî helwest bin. Em hemû kesên welatparêz dawetî çalakiya dayikan dikin. Heta ku tecrîd neyê şikandin tu pirsgirêk jî çareser nabin. Em kurd bi kuştin û girtinê naqedin. Em serî natewînin heta ku çalakiya girtîgehan bidome em ê li vir bin û têbikoşin.”

Acar, da zanîn ku heta ew hebin dê têkoşîna wan bidome û wiha axivî: “Girtiyên me dibêjin ‘heta ku tecrîda li ser Serokê me bidome, dê grev jî bidome’. Em naxwazin êdî kezeba dayikan bişewite. Wan canên ciwan êdî di girtîgehan de riziyan. Em ê serî netewînin û têkoşîna xwe gur bikin.”

Acar, anî ziman ku dewlet hertim zilmê li wan dike û wiha dirêj kir: “Dewlet dixwaze kurdan qir bike. Gel û girtî li dijî tecrîda giran têdikoşin. Heta serok azad nebe tu tişt azad nabe. Berxwedan jiyan e. Em ê li ber xwe bidin. Em edaletê dixwazin. Em Serokkomar û Wezîrê Dadê hişyar dikin ku vê zilmê bi dawî bikin. Em aştî, wekhevî, azadî û mafê jiyanî dixwazin.”

Divê CPT tavilê biçe Îmraliyê

Çalakvan Menîce Yenî jî diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser hemû civaka kurd û Rojhilata Navîn tê meşandin û wiha got: “Ew ji azadiya Abdullah Ocalan pir ditirsin. Ji tirsa xwe naxwazin tecrîd bê rakirin. 33 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkencê ya Ewropa CPT’î ew jî diçe serdana girava Îmraliyê dike. Lê tu agahiyan nade. Ji ber ku hevkarê dewletê ye. Nahêlin parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Em ji rewşa serok bi guman in. Pirsgirêka kurd bi azadiya serok pêkan e. Ew ji aştî û azadiyê ditirsin. Tecrîd îro li ser hemû girtiyên azadiyê tê meşandin.”

Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye

Yenî, destnîşan ki ku mifteya azadiyê li girtîgeha Îmraliyê ye û got: “Ew ê tu carî nikaribin kurdan li ser vê axê bidin rakirin. Welatê me talan dikin. Sed sal in polîtîkayên qirêj li ser me dimeşînin. Lê dîsa jî nikarin me qir bikin. Li dijî daristan malbat zarokên me şer dikin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li dijî van kiryaran rabin. Em ê hertim doza xwe biparêzin. Pêwîst e herkes li çalakiya girtiyan xwedî derkevin. Hemû barê têkoşînê didin ser milê girtiyan. Dibê êdî deriya hemû zîndanan vekin. Em piştgiriyê bidin hev, dê hemû pirsgirêkên me çareser bibin. Dema ku qelsî hebe dê tecrîd jî bidome. Em dixwazin çar aliyê Kurdistan û cîhanê vê banga me bibihîze. Heta serok azad nebe em jî azad nabin.”

Ji hestiyên zarokên me ditirsin

Yenî, bi bîr xist ku her roj hestiyên zarokên wan dixin qutiyan û wiha hêrsa xwe anî ziman: “Ji hestiyên me jî ditirsin. Em kurd her çiqas di nava şertên giran de bijîn jî em li dijî zilmê li ber xwe didin. Em çar kes kom dibin, lê ew çar hezar li dora me kom dibin. Tirsa wan mezin e.”

Zarokên me serî natewînin

Halîme Topûz jî bi lêv kir ku tecrîda heyî dijminatiya herî mezin a li dijî gelê kurd û nirxên kurdan e û wiha got: “Eger ne dijmin bin, dê xatirê dayikan zanibin. Zarokên me kezeba me ne. Me û kezeba me bi hevre tecrîd dikin. Zarokên me bi her cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin. Lê dîsa jî serî natewînin. Em bimirin jî dê nifşên li dû me vê têkoşînê bidomînin. Em bang li Serokkomar û Wezîrê Dadê dikin ku daxwazên me pêk bînin. Serokê me betona zindanê zindî kir. Bila bên em destên xwe bidin hev û bi hev re jî nava vî agirê derên.”

Em tu car naqedin

Topûz, bal kişand ser têkiliyên dewleta tirk û CPT’î yê ku her du jî di mijara tecrîdê de hevkarên hev in û wiha bi dawî kir: “Em hemû mirovin. Mafê herkesî li ser vê erdnîgariyê heye. Em 46 sal in li ber xwe didin. Heta niha me tim bi destê aştiyê dirêjî wan kir. Di zagonên wan de dibêjin mafên mirovan heye. Bila Wezîrê Dadê li hundirê Îmraliyê binere ka tecrîd heye yan tune ye. CPT û dewlet hevkarên hev ên tecrîdê ne. Em tu carî naqedin. Dilê me her dem li Îmraliyê lê dide. Em li ser şopa serok û zarokên xwe ne. Dê têkoşîna me ya ji bo girtiyên azadiyê hertim bidome.”