8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber ambargoya rejîma Şamê kurdên Helebê xwe bi betaniyan germ dikin

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di bin amgargoya hikumeta Şamê de ji ber tunebûna mazotê, zehmetiyên şêniyan wê zêdetir dibin.

Hikumeta Şamê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê  dijwar kiriye û nahêle pêdiviyên jiyanî, sotemenî jî di nav de derbasî taxan bibin. Bi hatina zivistanî re zehmetiyên şêniyên zêdetir dibin. Şênî neçar dimînin ji bo germankirinê alternatîfên sotemeniyê peyda bikin. Hinek berhemên qumaşan dişewitînin û hinek din xwe bi betaniyan germ dikin.

Avesta Hemo (32) dayika 3 zarokan e, kurê wê yê mezin 13 salî ye û yê biçûk 9 salî ye betaniyan tenê  wekî jêdera germkirina mala xwe bi kar tîne. Avesta Hemo got: “Ji ber dorpêça ji aliyê hikumetê ve hatiye ferzkirin vê zivistanî jî madeya germkirinê li mala me tune ye. Ji ber buhabûna sotemeniyê kirîn zehmet e. Zivistaneke din bêyî madeyên germkirinê bi ser me de hat.”

Avesta Hemo ji welatiyên ku para xwe ji mazotê wernegirt ku Komîteya Sotemeniyê ya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li şêniyan belav kiribû.

Saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê miqdareke mazot (100 lître ji bo her malbatekê) ji xelkê Helebê re peyda kir; lê ji ber ambargoyê ji sedî 20′ê şêniyan tenê mazot wergirt.

Ambargo girantir dibe

Avesta Hemo diyar kir ku miqdara mazotê pir kêm bû û wiha dom da axaftina xwe: “Em di zivistanî de ne, ev zivistan pir dijwar e, belavkirin beşek biçûk a şêniyan girt nava xwe, piştre hikumeta Şamê rê li ber tankerên mazotê girt.”

Avesta destnîşan kir ku hinek malbat bermahiyan qumaşan ji bo germkirinê bi kar tînin û diyar kir ku ji ber rewşa zehmet a debarê ew nikare bermehiyan bikire.

Avesta Hemo metirsiyên xwe ji ber bandorên ambargoyê anî ziman û wiha domand: “Îro madeya germkirinê tune ye, sibe em ê bê pariya xwarinê bimînin, ji ber kêmbûna mazotê ya ji bo xebitandina jenartoran nexweşxane û ceyran sê saetan tenê dixebitin.”

Avesta anî ziman ku hikumeta Şamê siyaseta gangavkirina gel dimeşîne û wiha pê de çû: “Eger hikumeta Şamê nahêle parên şêniyan ên sotemeniyê derbas bibin hingî bi zanebûn dixwaze me tengav bike; ji ber ku ev pêwîstiyên gel in û tu têkiliyên wê bi mijarên din tune ye. Hikumet dijbertiya gel dike.”

Avesta got nabe mijarên mirovî bi mijarên din ve were girêdan û got: “Gelo van zarokan çi guneh kirine ku di zivistana dijwar de bê madeyên germkirinê bimînin. Em hîna di destpêka zivistanî de ne, em dizanin wê di rojên bê de mij rabe. Çênabe dosyayên mirovî tev li dosyayên din bikin.”

Avesta ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ziyaret bikin û rewşa her du taxan bibînin. Her wiha got: “Ma mafê me nine em parên xwe yê madeyên germkirin û pêdiviyên din ên jiyanê bi dest bixin. Ji ber tunebûna madeyên germkirinê zarokên me nexweş dikevin, dema em diçin nexweşxaneyê derman tune ye, eger derman hebe jî biha ye em nikarin bikirin. Tu berê xwe bidî ku derê dê dorpêç bi te vede.”

Avesta xîtabî rêxistinên mafên mirovan û cîhanê kir û got: “Halê me bibînin û li gorî wê tev bigerin. Divê hûn zextê li hikumeta Şamê bikin bila dev ji siyasetên xwe yên xeniqandina gel berde.”

Têkildarî ceyranê ya hikumetê jî, rojane 3 saetan tenê tê. Avesta got ew nikara alavên germkirinê yên li ser ceyranê dixebitin bi kar bîne û diyar kir ku ceyran di saetên derengî şevê de tê ku her kes di xew de ye.

Li ser rêbaza germkirinê ku bi kar tîne, Avesta wiha got: “Rêbaza me ya yekane betanî ye, tu çareserî an vebijêrekek din li pêşiya me tune ye. Dema em karê xwe diqedînin û zarokên min ji dibistanê vedigerin em bi betaniyan xwe germ dikin û li hemberî sermayê li ber xwe didin.′′

Di encama ambargoya giran a li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Helebê de, par zarokên bi navên Wîsam Seydo (4) û Hisên Kîbar (17) ji ber nebûna alavên germkirinê jiyana xwe ji dest dan. Beriya çend rojan jî zaroka bi navê Sozdar Hesen (4) li kampên li Şehbayê ji sermayê jiyana xwe ji dest da.