17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya Konferansa ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’

Encamnameya Konferansa 'Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re' ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk hat hate aşkerekirin. Di encamnameyê de işaret bi girîngiya hewldanên hiqûqî ya li qada navneteweyî hate kirin.

Konferansa ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê li Zanîngeha Şark a Reqayê hate lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû.

Di dawiya konferansê de endama înîsiyatîfê Hind Dagistanî encamnameya konferansê xwend.

Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Bi dirûşmeya ‘Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de’ konferansa yekemîn li Zanîngeha Rojhilat a Reqayê li dar ket.

Di konferansê de xalên li jêr hatin pêşniyarkirin:

  • Li cem dadgeha Ewropî, giliyê Erdogan bê kirin.
  • Bala dewletên Peymana Cenevreyê îmze kirine bikişîn ser doza Rêber Abdullah Ocalan, komîteyên qanûnî ava bikin, ji bo ku doza dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan şîrove bikin.
  • Di ragihandinê de balê bikişînin ser vê dozê, ji bo ku kiryarên Tirkiyeyê bêne eşkerekirin.
  • Piştgiriyê bidin tevahî înîsiyatîfên navneteweyî û înîsiyatîfa Rêbertî.
  • Zext li rêxistinên navneteweyî bikin, ji bo ku erkên xwe yên qanûnî û hiqûqî di doza Rêber Abdullah Ocalan de bînin cih.
  • Li ser asta Rojhilata Navîn konferanserekê li dar bixin. Komîte û desteyên hiqûqî ava bikin ji bo ku van sûcan ragihînin aliyên têkildar.
  • Ji bo eşkerekirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û ya cîhanê doz li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê destpêkirin.
  • Ji bo dîsa li doza Rêber Abdullah Ocalan vegere, nameyekê bişînin dadgeha adilê ya Yewnanistanê.
  • Encamnameya konferansê li dewletên herêmî belav bikin, ji bo belavkirina fikr di nava gelan de çalakiyan li Sûriye û cîhanê zêde bikin.
  • Konferans, ji bo lidarxistina çalakiyên têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan platform e. Xwe bigihînin paytextên Erebî û cîhanê li ser asta qanûnî û hiqûqî.
  • Ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirina komî di doza Rêber Abdullah Ocalan de, vekirina dozê li dijî rayedarên tirk ên dewleta tirk li cem dadgeha navneteweyî.
  • Ji CPT’yê bixwazin encamên serdana Îmraliyê ya dawî ku di Îlona 2022’yan de çêbûye, eşkere bike. Divê dewletên mezin di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka helwesta xwe û siyasetên xwe yên dualî di doza Rêber Abdullah Ocalan de biguhere.
  • Ji bo naskirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan, avakirina komîteyeke tenduristiyê ya navneteweyî.
  • Ji bo parastina doza Rêber Abdullah Ocalan avakirina komîteyekê ji parêzerên ji tevahî herêman û dewletan.
  • Destûr ji malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan re dayin ku wî bibînin û tecrîda li ser bi dawî bikin.”