30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

48 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayê girtin

Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 48 roj in tu agahî nayên girtin. Parêzera Ehmed da xuyakirin ku dosya muwekilê wê di destê Asayîşa Dihokê de ye

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 48 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.

Dosya di destê saziya istixbaratê de ye

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnewsê diyar kir ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.