21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Misrê di roja duyemîn de dengdan didome

Dengdanên serokatiya Misrê di bin çavdêriya komîteyên çavdêriyê yên gelek welatên biyanî de pêk tê, dengdana ku ji duh ve dest pê kir dê 3 rojan bidome û serokê Misrê yê nû were hilbijartin

Îro, roja duyemîn a dengdana hilbijartinên serokomariya Misrê dest pê kir. Desthilatiya Niştimanî ya Hilbijartinan di roja yekem de birêveçûna asayî ya proseya dengdanê li hemû navendên dengdanê piştrast kir.

Komisyona Hilbijartinan da xuyakirin ku navenda hilbijartinan bi beşdarbûneke mezin û bêmînak a dengdêran li parêzgehên curbicur dîtiye.

Di dawiya roja yekem a hilbijartinên serokatiyê de, duh, komîteyên dengdanê bûn şahidê beşdarbûna welatiyan, ji ber ku Dezgeha Hilbijartinê ya Niştimanî çavdêriya dengdana 5 milyon welatiyan kir. Mafê 67 milyon dengdêr heye ku dengê xwe di van hilşbijartinan de pêk bînin.

Çar namzet ji bo kursiya serokatiyê hevrikiyê dikin, ku yekem ji wan serokê niha Ebdulfetah El-Sîsî ye, ku ji bo cara sêyem namzet e. Namzetên din jî wiha ne: Ferîd Zahran, serokê Partiya Sosyal Demokrat a Misrê, Ebdul-Senad Yamama, serokê partiya Wefd û Hazim Omer serokê Partiya Komarî ya Gel.