3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di girtîgehan de polîtîkayên taybet tên meşandin

Merhaba hevalên hêja . Ez hêvîdar im ku rewşa we baş be, moral û motîvasyona we li cih be. Hevalno wekî ku hûn jî dizanin polîtîkayên taybet ên li ser zîndanan tên meşandin hatine asta herî jor a sûcê mirovahiyê. Li aliyekî polîtîkayên tecrît û îzolasyonê, li aliyê din gav bi gav dehfdana ber bi mirinê. Li gel şert û mercên xirab ên zîndanan ku rê li ber gelek nexweşiyên kronîk û derbas nabin vedikin, nêzîkatiyeke dijminwarî û bê wîjdanî jî li hemberî girtî û hikumxwaran pêş dikeve.

Li gorî derfet û lêkolînên me kirin hema bêjin li tevahiya zîndanan heman polîtîka tên meşandin. Ji 17 girtîgehên ku hevalên me lê dimînin ku me pirsî, li hemûyan jî di warê tenduristiyê de binpêkirinên mafan gihiştiye lûtkeyê. Derketina revîrê û muayeneya bijîşk (doktor) ji aliyê kargeriyê ve wekî luks tê dîtin.

Zîndana ku em lê girtî ne û yên din jî ji bo girtiyên nexweş ji mafê tenduristiyê sûdê wernegire û neyê dermankirin, her cure polîtîkayê dixin meriyetê. Wekî mînak, li zîndana ku em lê girtî ne di nav hefteyê de tenê 2 saetan xizmeta tenduristiyê tê dayîn. Bi sedan girtiyên nexweş hene ku bi mehan dor nayê wan ku derkevin revîrê û muayene bibin. Dema ku rewş wiha be, ew nexweşiya peyda dibe ji demekê şûnde vediguhere nexweşîneke kronîk û rê li ber texrîbatên li ser laş û bedenê vedike. Her wiha dibe sedem ku ev nexweşîn mirovekî girtî gav bi gav ber bi mirinê ve bibe. Daneyên İHD’ê yên 10 mehên dawî ku 63 girtiyan di zîndanê de jiyana xwe ji dest dane piştraskirina herî şênber a van polîtîkayan e.

Dema em vê mijarê tînin rojevê û ji berpirsan dipirsin bersiva wan ev e; “her kes dixwaze derkeve revîrê.” Bersiveke sosret. Heke kesekî ne nexweş be, pirsgirêka wî ya tenduristiyê tune be çima bixwaze derkeve revîrê û muayene bibe? Bi rastî jî hatiye asta bêzariyê. Mirov bi êş û janê ku dikişîne dijî. Her wiha yên ku derdikevin jî bi gelemperî bêyî ku tehlîleyek bê xwestin, muayeneyeke esasî bê kirin an jî ji bo fêmkirina nexweşiyê sewqî nexweşxaneyê bê kirin dermanê êşbirê tê nivisîn û bi serserî tevdigerin, ji ser serê xwe diavêjin. Lewma jî bi hezaran girtiyên nexweş ji ber vê nêzîkatî û van polîtîkayên dijmirovî îro li zîndanan terkî mirinê hatine kirin.

Ev pêkanîn ku em pê rû bi rû dimînin bingeha xwe ji nêzîkatiya dijminane û hestên faşîzan digire, ji wijdan, exlaq û hiqûqa ku mafê mirovan diparêze gelekî bê par e. Kargeriya zîndanê bi kêfî tevdigere. Zîndanê wekî labaratuarekê dixebitînin û bi jiyana mirovan re dileyîzin. Ev tiştên ku ez dibêjim ji hîs û hestan wêdetir e. Rasterast tiştên ku diqewimin, çavdêrî û ez bixwe jî rû bi rû mam. Lewma jî me xwest ev pirsgirêkên heyî bi hevalên hêja û raya giştîre parve bikin.

Hevalên hêja dubare we hemûyan bi rêzdarî silav dikim û bi hestên germ ên rêhevaltî we ji dil û can hembêz dikim. Li xwe miqatebin. Bi hêviya rojên azad ku em hev bibînin. Bimînin di nav xweşiyê de. Emanetî qenciyê bin.

21.10.2022

Zeynel Bulut

Girtîgeha hejmar 2 ya Amed’ê.