3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Esad ji ‘hevdîtina sêalî’ re ne amade ye

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Sema Begdaş, diyar kir ku Îran û Rusya dixwazin Erdogan û Esad li hev bidine rûniştandin lê Esad bibiryare ku heta piştî hilbijartinên Tirkiyeyê bi Erdogan re hevdîtin neke

Dewleta tirk, di şeva 19’ê mijdarê de bi hinceta teqîna ku di 13’ê mijdarê de li Stenbolê pêk hatibû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke berfireh a hewayî da destpêkirin. Piştî ku ev êrîş dest pê kir gefên êrîşa hewayî jî hatin xwarin lê heta niha Tirkiye nikare vê êrîşê pêk bîne. Ji bo ku ev êrîş bê kirin jî serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan dîplomasiyê dimeşîne. Herî dawî Erdogan got ku civîneke sêalî ya di navbera wan, Rûsya û Rejîma Sûriyeyê de pêşniyarî serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kiriye.

Erdogan, angaşt kir ku Pûtîn bi awayekî erênî nêzî pêşniyara wî bûye, piştî hevdîtinên di astên wezaretan de dibe ku civîna sêalî pêk were û peyamên li dijî deskeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Piştî van peyamên Erdogan Serokê Yekitiya Nistîmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî di nav hefteyê de ji nişke ve çû rojavayê Kurdistanê û bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm û Asya Abdullah re hevdîtin pêk anîn.

Zarokan dikin hedef

Ji bo ku em geşedanên dawîn ên li herêmê hîn bibin û têbigihîjin ku peyamên Erdogan ên der barê herêmê de û serdana Talabanî ya li herêmê çawa tên nirxandin, me xwe gihand Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Sema Begdaş. Begdaş, di destpêka axaftina xwe de qala rewşa li herêmê ya ji ber êrîşên Tirkiyeyê kir û da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê ji dagirkirina Efrînê hehat niha didomin û wiha got:

“Bi her awayî êrîş tên kirin. Êrîşên ku vê dawiyê hatin kirin jî êrîşên gelek dijwar bûn, binesazî hemû hedef hatin girtin; navendên ceyranê, gaz, depoyên genim û her wiha girtîgehên ku DAIŞ’î li wan hatine bicihkirin jî hedef girtin. Ji Şehbayê bigire heta Derikê li seran serê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dijwar pêk anîn. Hem bi balafirên şer hem jî bi moşekan êrîş pêk anîn. Şer bi vî rengî bû, dewleta tirk niha jî şerê xwe nesekinandiye. Heta niha jî êrîşên xwe didomîne. Sivîlan dike hedef. Berî çend rojan me dît li Kobanê zarok hedef hatin girtin, li milê Şehba, Zergan,Til Temirê êrîş bi vî rengî berdewam in.”

Helwesta gel

Sema Begdaş, bi bîr xist ku zêdetirî pênç-şeş mehan e gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û ev tişt gotin: “Weke pêvajoya Efrînê dixwest ku Rûsya û Amerîka destûr bidinê. Ji ber vê Tirkiyê hewl da ku di civînên Astana û Tehranê de destûra vê êrîşê bigire. Lê di civîna tîrmehê ya sala 2022’yan a salvegera Şoreşa Rojava de ku li Tehranê pêk hat de destûr nehat dayîn. Lê piştî vê bi balefirên bêmirov li dijî kesayetên ku di rêveberiya xweser de kar û xebat dikin ku pêşengên civakê ne kirin hedef. Bi dehan hevalên me bi vî rengî şehît xistin. Dewleta tirk  hewl da ku van hêzan ji bo êrîşên xwe qanih bike lê em dizanin ku ji aliyê Îran, Rûsya, Çîn, Amerika, Almanyayê ve ji bo ku êrîş pêk neyên gelek helwest hatin nîşandan.  Ev helwestana  bandor kir ku heta niha dewleta tirk bi tena serê xwe nikaribe êrîş bike.”

Piştî balkişandan van zextên navneteweyî yên li dijî Tirkiyeyê Begdaş, bi van gotinan balê kişand ser berxwedana kurdan a li dijî operasyoneke muhtemel a Tirkiyeyê ya bejahiyê: “Helwestên derketin baş bûn bandora xwe kirin lê belê di van rojên pêş de helwestên rasterast derneketin. Heta êdî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) biryar da ku şerê bi koalîsyonê re li dijî DAIŞ’ê dimeşîne rawestîne. Ji ber ku ewlehiya herêmê di metirsiyê de ye. Berxwedana gel jî cihê serfirazî û serbilindahiyê bû. Gel li qadan bû û helwesta xwe nîşan da. Xwedî li destkeftiyên xwe derket. Bi ruhê gelê şoreşgerî herkesî biryar da ku wê xaka xwe biparêze û li dijî êrîşên bêmirovî yên dewleta tirk li ber xwe bide. Bandora tevgera siyasî û dîplomasî jî hebû. Hevgirtina gelên li herêmê jî girîng bû.”

Rûsya û Îran dixwazin

Begdaş, ji bo daxuyaniya ku ji hêla Erdogan ve ji bo hevdîtinên sêalî yên di navbera wan, Rûsya û Rejîma Baasê de bên kirin hat dayîn jî ev nirxandin kirin: “Hem Îran hem jî Rûsya hewl didin ku ev hevdîtin were kirin. Lê gelek pirsgirêk û şert hene; mînak Rejîma Sûriyeyê dibêje, ‘Divê Tirkiye bi temamî ji xaka Sûriyeyê vekişe. Her wiha gelek komên çete yên li xwe kom kiriye û pişgiriya wan dike ji hev bela bike û radestî rejîmê bike’. Ji bo yekdestî û lihevkirinê divê ev mesele çareser bibe. Her wiha şertên din hene, şertên Rejîma Sûriyeyê li dewleta tirk hene. Ji bo ku bi Erdogan re hevdîtinan bike divê Tirkiye van şert û mercan pêk bine. Ya rast ev şert û merc wê ji Tirkiyê re giran bin. Jixwe ji ber vê ye ku heta niha ev hevdîtin nehatine kirin. Helwesta Esad a berî demekî ku gotibû, ‘Ez bi Erdogan dizanim, wê vê meseleyê bi kar bîne. Ji ber ku di hilbijartinan de ji xwe re serkeftinekê plan dike. Ez ê bi Erdogan re hevdîtin nekim’ jî li holê ye. Ji ber ku ev hewldan hene tu hevdîtin nehatine kirin.”

Hevdîtina Tirkiye û Rejîmê

Di berdewamê de jî Begdaş der barê mijarê de ev tişt gotin: “Piştî ku planên Erdogan bi serneketin xwest bi Rejîmê re li hev bike. Em dizanin ku di 10 sal in Şoreşê de Erdogan û Esad gelek caran  hev du tewanbar kirin. Erdogan digot ku ji ber Esad bûye sedema kuştina gelên Sûriye divê pergala wî têk biçe û pergaleke nû ava bibe. Gelek caran jî Esad, Erdogan tewanbar dikir û digot ku piştgiriya DAIŞ’ê dike û wê dişîne herêmê. Lê piştî hew qas tiştan jî planên ku dewleta tirk dixwestin li Sûriye pêk bîne bi ser nexist. Dixwest projeya xwe ya misaqî milî bibe serî û bi riya rêxistina Birayên Muslîmîn li herêmê xeteke îslamî ava bike. Lê bi ser neket ji ber wê niha pirsgirêkan dijî; meselên hilbijartinê, meselên koçberên Sûriyeyê yên li qampan û krîza aborî. Ji ber van sedeman îro amede ye ku li dijî kurdan, projeya wan a Netewa Demokratîk û Rêvebiriya Xweser bi her kesî re lihevkirinê bike. Erdogan hevdîtina bi Rejîmê re ji xwe re weke çareya xelasiya ji pirsgirêka koçberan dibîne. Pirsgirêkên dewleta Sûriyeyê jî hene lê Esad bi biryar e ku piştî hilbijartinên Tirkiyeyê  hevdîtinan bike û biaxive. Lê hewldanên Îran û Rûsyayê hene ku Rejîm berî hilbijartinê dest bi hevdîtinan bike bi Tirkiyeyê re.”

Rûsya radestkirinê ferz dike

Begdaş, destnîşan kir ku divê pirsgirêkên li herêmê bi rêya diyalogê bên çareserkirin û ew hewl didin ku bi rejîmê re, li Sûriyeyê bi hemû welatiyan re krîza Sûriyeyê nîqaş bikin û hinek çareseriyên demokratik bi pêş bixin. Begdaş, bi lêv kir ku gelên Sûriyeyê dikarin bi hev re bijîn û pêwistî bi guhertin û veguhertina pergala Sûriyeyê heye û ji bo hevdîtinên bi Rejîmê re wiha axivî: “Xeta me ya sêyemîn li ber çavên herkesî zelal li holê ye. Ji ber vê gelek hevditin tên kirin lê ji ber ku Rejîm di zihniyeta xwe ya berê de israr dike heta niha asta ku em dixwazin di hêla çareseriyê siyasî de bi dest nexistiye. Rejîm hewl dide vegere rewşa xwe ya beriya sala 2011’an. Ji ber van sedeman Rejîm dixwaze ku destwerdanek li ser HSD’ê û Rêvebiriya Xweser çêbibe da ku herin aliyê wê û herêmê radestî wê bikin. Ji bo parastina sînor di hêla leşkerî de hevdîtinên HSD’ê bi Rejîmê re hene. Her wiha bi heman armancê bi Rûsyayê re jî hevdîtin hene. Rûsya ji HSD’ê dixwaze ku herêmê radestî Rejîmê bike lê ji ber ku herêm bi xwîna hemwelatiyên herêmê hatiye rizgarkirin HSD’ê vê qebûl nake.”

Serdana Talabanî

Der barê serdana Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê Bafil Talabanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî Begdaş, diyar kir ku du aliyên wê hene û wiha pê de çû: “Aliyê wê yê kurdistanî heye ku bikaribin çawa di navbera kurdan de hevgirtinê çêbikin. Her wiha milê xwe yê eskerî heye ku çawa em bikaribin şerê li dijî DAIŞ’ê bikin. Rastî her du hêzên ku îro li Rojhilata Navîn şerê DAIŞ’ê dikin hêzên HSD’ê û pêşmergeyên YNK’ê ne. Ji ber ev rojevên sereke ne ku em çawa bikaribin van têkiliya xurt bikin û li ser esasê parastina destkeftiyên vî gelî, şerê li dijî DAIŞ’ê û yekhelwesta li dijî êrîşên ku li ser gelê kurd û Kurdistanê pêk tên.

Weke PYD em hevdîtina Bafil Talabanî ya bi Fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî û ya bi partiya me re gaveke erênî dibînin. Her wiha li cem tevahiya gelê Rojava bû cihê kêfxweşiyê. Li başurê Kurdistanê pêvajoyeke hesas heye û gef li kurdan tên xwarin. Meseleya hebûn û tunebûna gelê kurd, dijminê gelê kurd dixwazin kurdan têk bibin. Di vê pêvajoya ku li başûr, rojava û bakurê Kurdistanê êrîşên dijwar li kurdan tê kirin em serdanê weke gaveke gelek girîng e û bingehek e ku em bikaribin di pêşerojê de van têkiliyên heyî xurtir bikin.”