17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê di bin vî barî de bimînin

Desthilatdariya dewleta faşîst a tirk her roj zext û zorê li ser civakê girantir dike. Roj bi roj pêkutiyên dij-demokrasiyê xwe didin der. Herî dawî li Stenbolê polîsên dewleta tirk bi awayekî hovane êrîşî çalakvanên ku dixwestin zextên li ser girtiyan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan şermezar bikin, kir. Di çalakiyê de polîsekî şimaqek avête Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê, Ferhat Encû. Roja din ji bo bertek nîşan bidin li heman cihî bi tevlêbûna Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hate xwestin ku daxuyaniyek were dayîn. Lê daxuyaniya hevserokan hate astengkirin û bi saetan di ablûkayê de man. Diyar e ku rayedarên dewletê ferman dane.

Dema mijar dibe şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan dewlet bi hemû derfetên xwe dixwaze asteng bike. Hovane êrîş dike. Tehemula dewletê ji mafê herî biçûk ê demokratîk re jî  tune. Lê tehemula gele kurd û dostên wî jî tune ku êdî ev tecrîd wisa bidome. Lewma çiqas asteng bike jî çalaki her diçe dijwartir dibin. HDP diyar kir ku ew dê li ber Wezareta Dadê nobeta rûniştinê bidin destpêkirin û heya encam bistîne ew ê çalakiya xwe bidomînin. Yanî ji ber êrîşa dewletê kes paş ve gav navêje. Berovajî bertek zêdetir mezin dibin. Jixwe HDP bi vê çalakiyê daxwaza tiştekî ecêb nake. Tene dibêje ‘Bila parêzer biçin cem Birêz Abdullah Ocalan.’ Ev daxwazeke demokratîk e û pêwîst e hemû kes li vê daxwazê xwedî derkeve.

Rewşa li Îmraliyê xuya ye tê veşartin. Rewş ji raya giştî tê veşartin. Piştî serdana heyeta CPT’yê guman zêdetir bûn. Daxuyaniya CPT’yê ya binakok dihêle ku fikar zêdetir bibin. Di serî de şandeyê diyar kir ku wan bi birêz Ocalan re hevîtîn kirine. Lê piştre ji axaftinên endamên şandeyê diyar bû ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê. Heke birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê naxwe CPT bi çi wêrekiyê dibêje ‘Me hevdîtin pêk anî?’ Di demeke ku ji her derê cîhanê daxwaza hevdîtin û serdana birêz Ocalan tê kirin de CPT çima serî li riyeke wisa dide? Piştî serdana welatên CPT rewşa li welatên vekirî bi raya giştî re parve kir lê dema mijar dibe rewşa Îmraliyê, diyar dike ku ew beyî dewletê nikare daxuyaniyê bide. CPT çi vedişêre lazim e were fêmkirin.

Birêz Ocalan di parêznameyên xwe de tîne ziman ku dema ew birine Girava Îmraliyê tevî rayedarên tirk di heman demê de rayedarên Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ew pêşwazî kirine. Ji destpêkê ve ev der di bin kontrola heman hêzan de ye. CPT yek ji saziyên girêdayî Konseya Ewropa ye. Bi vî awayî helwesta KE jî ya di pergala Îmralî de diyar dibe.

Di komploya 15’ê Sibatê de li her deverî çalakî hatin lidarxistin. Ew dem çi qewimî diyar e. Niha Tevgera Azadiyê ya Kurd ji her demê zêdetir xwedî hêz û bi bandor e. Ne Tevgera Azadiyê ne jî gelê kurd dê rê nede xeletiyeke din. Heke ev erdnîgarî ji gelê kurd re were qedexekirin, heke wekî beriya sed salî biryara tunebûna kurdan were dayîn wê demê divê were zanîn ku teqez dê kurd bi tenê tune nebin. Heke jiyaneke azad li gelê kurd û rêberê gelê kurd were qedexekirin teqez kesek jiyaneke azad najî.

Bi girankirina tecrîdê û xelet nêzîkbûna li birêz Ocalan ne tenê gelê kurd hemû civak zirarê dibîne. Îsal butçeya wezareta şer qat bi qat li gorî salên din zêde kirin. Fatureya tecrîdê ji berîka civakê diçe. Û ev fature her diçe girantir dibe. Parlementerê AKP’ê di meclîsê de fatureya şer bixwe eşkere kir. Çawa milyar dolar têne xerckirin yek bi yek anî ziman. Îcar heke naxwazin di bin fatureyê de bipelixin lazim e tecrîdê qebûl nekin.

Di berdewama tecrîdê de rola NATO sereke ye. Di rojhilata navîn de paradîgmaya yekane ya ku alternatîfê pergala NATO’yê ye, paradigma birêz Ocalan e. NATO bi tecrîdê armanc dike ku şoreşa rojava bixe bin kontrola xwe. Dixwaze şoreşê ji fikriyata birêz Ocalan dûr bixe. Lewma naxwaze birêz Ocalan biaxive. Ji aliyekî ve xwe wekî alîgirê Rojava dide nişandan lê ji aliyê din ve jî çek û cebilxane difiroşe Tirkiyê. Tirkiye di hemû êrîşan de çek û cebilxaneya dewletên endamê NATO bi kar tîne. Ev bi tena serê xwe NATO’yê dixe şirîkê şer û berdewama tecrîdê.

Ji bo gelê kurd ji berê ve nêzikatiya li hemberî Îmraliyê nêzikatiya li hemberî şer û aştiyê ye. Mesele ne tecrîdkirina kesekî ye. Tecrîdkirina azadî û aştiyê ye. Nêzîkatiya li hemberî çareserkirina pirsgirêkan e. Israra di tecrîdê de israra berdewama şer e. Lê rayedarên dewletê û desthilatê jî baş dizanin ku Îmralî barekî gelekî giran e, heke ji xeletiya xwe venegere dê di bin wî barî de bimîne.