21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îtalya ji bo nerazîbûnê bang li balyozê Îranê kir

Hejmara kuştiyên xwepêşandanên ku zêdetirî 3 meh in li Îranê berdewam dikin, gihîşt 476 kesan û 100 xwepêşander jî di bin metirsiya îdamê de ne

Di demekê de ku xwepêşandanên dijî rejîmê li hemû bajarên Îranê berdewam in, Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ji bo şermezarkirina tundiya li dijî xwepêşandêran gazî balyozê Îranê yê li Romayê kir û nerazîbûna xwe nîşan da.

Tajanî beriya niha jî rewşa Îranê şermezar kiribû û ev yek weke şermeke ku nayê qebûlkirin bi nav kiribû û gotibû ku Roma di mijara parastina jinan dexwedî helwesteke xurte.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku hejmara miriyên xwepêşadanên ku zêdeyî 3 meh in li wî welatî dewam dikin, gihîştiye 476 kesan.

Rêxistinê diyar kir ku di nava qurbaniyên xwepêşandanan 64 zarok û 34 jin hene. Her wiha diyar kir ku herî kêm 100 xwepêşandêr niha bi metirsiya bidarvekirinê re rû bi rû ne.

Di heman çarçoveyê de rêxistina mafê mirov “Hrana” ragihand ku rêjeya bidarvekirinê li Îranê di sala 2022’an de, li gorî sala borî, gihîştiye ji sedî %88’an.

Li gorî rapora saziya “Hrana”yê, hijmara wan kesên ku di heyama îsal de li Îranê hukmê îdamê li wan hatiye birîn, 565 kes in di nava wan de 11 jin û 5 zarok jî hene.