4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên  Tifaqa Ked û Azadiyê li hev dicivin

Serokên partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê wê di 5’ê çileyê de li Stenbolê bi rojeva hilbijartinê li hev bicivin.

Hevserok û serokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Û Partiya Azadiya Civakî (TOP) ku Tifaqa Ked û Azadiyê ava kirine, wê di hefteya yekemîn a sala 2023’yan de di 5’ê çileyê de li Stenbolê li hev bicivin.

Di rojeva partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê ku piştî deklerasyona xwe ya meha îlonê aşkera kirin de cara yekemîn li hev dicivin de hilbijartin heye. Li gorî nûçeya ku Dûvarê daye, wê partiyên tifaqê mijarên mîna “operasyonên siyasî” , “ber bi hilbijartinê ve rewşa siyaseta demokratîk” , “zizaniya kûr” û qedexeyên grevê” bikin rojeva sereke ya hevdîtina xwe û li ser wan nîqaşan bikin. Her wiha wê partî di hevdîtina xwe de nirxandina sala 2022’yan jî bikin.

Di sibatê de starta hilbijartinê didin

Wê partî di civîna xwe de gavên ku beriya hilbijartinê biavêrin û ewlehiya hilbijartinê nîqaş bikin û piştî hevdîtina xwe bi daxuyaniyeke hevpar ji raya giştî re parve bikin. Tifaqê ku heta niha bi bernameyên hevpar li Stenbolê hevdîtina ked û li Îzmîr, Edene û Dersimê jî hevdîtinên bi gel re li dar xistiye plan dike ku di 15’ê çileya 2023’yan de li Stenbolê mitîngeke mezin li dar bixe.

Li aliyê din tê payîn ku tifaq di meha sibatê ya 2023’yan de starta hilbijartinê bide.

Meseya şeş alî jî li hev dicive

Di vê roja ku partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê hev bicivin de wê partiyên meseya şeş alî CHP, ÎYÎ Partî, DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Saadetê, Partiya Demokrat jî wê li Enqerê li hev bicivin û bernameya xwe ya hikûmetê bi dawî bikin û xebatên xwe yên ji bo rêveberiya hevpar bidomînin.