19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di heman dozê de dadgehekê berat û dadgehekê jî ceza da hevşaredaran

Bi hinceta pergala hevşaredariyê û bi îdiaya “peywira xwe nebaş bi kar aniye”, salek ceza li Hevşaredar Seyît Narîn hate birîn. Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul jî bi heman îdiayan dihat darizandin beraet kiribû

Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2014’an de namzetê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seyît Narîn weke Hevşaredarê Sûrê hatibû hilbijartin. Bi hinceta pergala hevşaredariyê, derheqê Narîn de bi îdiaya “peywira xwe nebaş bi kar aniye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Narîn ku ji dosyayeke din hatiye girtin, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerê wî Yûsûf Çakas jî di danişînê de amade bû. Dozger, mutalaaya xwe dubare kir û xwest Narîn were cezakirin.

Narîn: Ew ne sûc e

Narîn, di danişînê de diyar kir ku dosyaya dozê bi helwestên siyasî hatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Bi soza pergala hevşaredariyê em ketin hilbijartinan. Li holê rewşeke bêusûl nîne. Partiyên siyasî jî piştî sererastkirina qanûnî derbasî pergala hevşaredariyê bûn. Meclisa şaredariyê biryara hevşaredariyê dabû. Berevajî îdiayên tên kirin, tu ziyan negihiştin cemaweriyê. Kar û bar bileztir hatin kirin. Tu sûcek di vir de nîne.”

‘Qeyûm jî wiha dikin’

Parêzer Yûsûf Çakas jî bal kişand ser serdema îdianame hatiye amadekirin û wiha derbirî: “Miwekîlê min di xebatên hilbijartinê de soza pergala hevşaredariyê da. Di îdianameyê de hatiye gotin ku miwekîlê min ji bo hevşaredara din Fatma Şik Barût odeyek û wesayîtek veqetandine. Ev, sûc nîne. Şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de jî ji bo hemû cîgirên şaredaran odeyan û wesayîtan tehsîs dikin. Barût, li derveyî welat e û bila bi rêya îstînabê îfadeyê were girtin. Her wiha em dixwazin li xebatkar û endamên meclisê yên wê demê were guhdarîkirin. Ez daxwaza beraeta miwekîlê xwe dikim.”

Di sînorê herî jor de ceza da

Dadgehê, bi îdiaya “Narîn peywira xwe nebaş bi kar aniye” di sînorê herî jor de salek ceza da. Ji ber ku Narîn tu nîşaneyên poşmantiyê nîşan nedan jî dadgehê cezayê wî danexist. Dadgehê biryar da ku dosyaya Fatma Şik Barût were cudakirin.

Hevşaredariyê Dêrsimê ji ber heman tiştî berat kiribû

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di sala 2016’an de Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Mehmet Alî Bul ji peywirê girtibû û li şûna wî qeyûm tayîn kiribû. Ji ber pergala hevşaredariyê, bi îdiaya “peywira xwe nebaş bi kar aniye” li Bul doz hatibû vekirin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Dêrsimê di 7’ê îlona 2021’an de biryar dabû ku pergala hevşaredariyê sûc nîne û biryara beraetê dabû.

Di biryarê de bal kişandibû ser rapora kesê pispor kul digot pergala “hevşaredariyê” zirarê nade cemaweriyê.