6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna doza Malbata Dedeogûllari taloqî 18’ê çileyê kirin

Di doza êrîşa li dijî malbata Dedeogûllari ku ji ber delîl li dijî ûsûlê hatine komkirin hemû biryar hatin xerakirin ji Dadgeha Îstînafê vegeriyan, hemû daxwazên parêzeran ên beriya niha hatibûn pêşkêşkirin, dîsa hatin redkirin.

7 ferdên Malbata Dedeogûllari ku ji aliyê malbatên Keleş û Çalik ve di 12’ê gulana 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê rastî êrişa nijadperest hatibûn, tevî piştî êrişê serî li miduriyeta polîsan dabûn ku ewlehiya canê wan nîne jî di encama ewlehiya wan nehate wergirtin de di 30’ê tîrmehê de ji aliyê Mehmet Altûn ve hatin qetilkirin. Biryara doza êrişê ku li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hatibû lidarxistin, ji aliyê 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Konyayê ve hate xerakirin. Danişîna 2’yemîn a doza piştî biryara xerakirinê jinûve hate lidarxistin, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk hat. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û xizmên malbatê di danişînê de amade bûn.

Di doza ku Alî Keleş, Îbrahîm Keleş, Velî Keleş, Alî Keleş, Lutfî Keleş, Yahya Çalik, Alî Çalik û Ramazan Çalik ê bi hinceta “destnedayîna avahiyê bin pê kirine” , “hewldana kuştinê” , “zirar dane mal û milk” û “birîndarkirinê” tên darizandin de bersûcên girtî nînin.

‘Hûn peywira xwe bikin’

Danişîn piştî tespîta nasnameyê dest pê kir. Di danişînê de ewilî parêzer Atîlla Kart axivî. Kart, diyar kir ku sedemê xerakirina biryaran, delîlên li dijî usûlê hatine kom kirinin û wiha got: “Bêcidiyeteke hiqûqî ya wiha dibe? Piştî ku hemû biryar hatin xerakirin, em we vedixwînin ku hûn peywîra xwe pêk bînin.”

Pişt re parêzer Sîpan Cîzrelî axivî û daxwazên beriya xerakirina biryaran pêşkeş kiribûn û nehatibûn qebûl kirin rêz kirin.

Daxwazên parêzeran qebûl nekirin

Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a derbarê Alî Keleş, Îbrahîm Keleş, Velî Keleş, Alî Keleş, Lutfî Keleş, Yahya Çalik, Alî Çalik û Ramazan Çalik berdewam bike û polîs Îlyas Boztaş û Serdozgerê Komarê Alî Ogûtçû weke şahid bên guhdarkirin. Dadgehê her wiha daxwaza parêzeran a axaftina di navbera tetîkkêş Mehmet Altûn û personelê 112’yê de derbas bûyî li dosyayê bê zêdekirin, nehate qebûlkirin û danişîn taloqî 18’ê çileyê kir.

Piştî danişînê Malbata Dedeogûllari, parêzerên malbatê û parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan li ber mala ku malbat lê hate qetilkirin û veguherandine muzeya şermê daxuyanî dan çapemeniyê.

Beriya daxuyaniyê Bozan û yekane ferdê Malbata Dedeogûllari Çetîn Dedeogûllari yê sax mayî, bi şaneşîna malê ve pankarta wêneyên ferdên malbatê yên hatin qetilkirin û nivîsa “Kurd bi aqil ketin?” li ser dinivîsî daliqandin.

Bozan di daxuyaniyê de wiha axivî: “Li eywana danişînê darizandineke ji usûlê hate kirin. Hemû daxwazên Malbata Dedeogûllari hatin redkirin û danişîn hate taloqkirin. Heke piştî êrişa 12’ê gulanê ya li dijî Malbata Dedeogûllari ji aliyên meqamên mulkî yên Konyayê ve hatibûya astengkirin, malbata Dedeogûllari nedihate qetilkirin. Li vê malê li ber çavan komkujiyek pêk hat. Ev komkujî li dijî kurdan bû. Feraseta ku digot ‘Kurd bi aqil ketin’ hêj jî didome. Ji Malbata Dedeogûllari 7 kes li ber çavan hatin qetilkirin. Em vê komkujiyê ji bîr nakin, nadin ji bîr kirin.”

Wê kurd bi aqil nebin!

Parêzer Atîlla Kart jî bal kişand ku ji ber di êrişê de delîl bi destê dewletê ji holê hatin rakirin, komkujî pêk hat û wiha got: “Wê kurd bi aqil nebin! Dê meşa xwe ya heq, hiqûq û edaletê bidomînin. 7 mirovên jiyana xwe ji dest dan li gorî me şehîdên demokrasiyê ne. Kurd heta ku heq, hiqûq, edalet, hiqûqa hemwelatiya wekhev ava bikin dê têkoşîna xwe bidomînin.”