30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî Kurdistanê ye

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad êrîşa li dijî buroya Hewlerê şermezar kir û anî ziman ku ev êrîş li dijî hemû Kurdistanê pêk hatiye

Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad têkildarî qetilkirina endamê wan Denîz Cevdet Bulbun diyar kir ku ev êriş di heman demê de li dijî ewlekariya Hewlêrê û tevahiya xaka Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama êrişa çekdarî ya duh li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Hewlêrê de endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun hate qetilkirin. KNK’ê têkildarî êrişê daxuyanî da. Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad têkildarî êrişê diyar kir ku di serî de qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun bi tundî şermezar dikin û wiha got: “Hedefgirtina Şaxa KNK’ê ya Hewlêrê, tê wateya hedefgirtina xebatên yekitiya neteweyî ya gelê kurd.”

Mûrad, da zanîn ku ev êrişa terorê ne tenê li dijî endamê KNK’ê hatiye kirin û got: “Di heman demê de li dijî ewlehiya Hewlêrê û tevahiya xaka Kurdistanê hatiye kirin. Dijminê me careke din nîşan da ku ji xebatên yekitiya neteweyî ya gelê kurd ditirse. Ji ber ku yekitiya gelê kurd, li dijî planên dagirkeran ên ji bo tevgera azadiyê ya Kurdistanê, bersiveke.”