Li Eyaleta Hayber Pahtunhva di kongreya Partiya JUI-F de êrîşek bombeyî pêk hat. Di êrîşa bombeyî de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeya çapemeniya neteweyî li Herêma Bajaur a Hayber Pahtunhva endamên JUI-F’ê kongreya xwe pêk anîn. Di kongreyê de êrîş pêk hat. Nehat zanîn ku kê êrîş pêk anîye.
Li gorî daneyên Enstîtuya Xebatên Ewlehiyê û Pevçûnê yên Palîstanê di 6 mehên ewil ên vê salê de, li gorî sala 2022’an ji sedî 79 êrîş zêde bûn. Di 6 mehên ewil de 271 êrîşên terorî pêk hatin. Di van êrîşan de 389 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2022’an de jî 151 êrîş pêk hatibûn û 293 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.