28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di mîtînga KESK’ê de dengê ‘Bijî berxedana zindanan’ bilind bû

KESK’ê li qada Îstasyonê mîtîng pêk anî. Li qadê dengê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” bilind bû. Parlamentera HEDEP'ê Adalet Kaya diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe tu pirsgirêk çareser nabin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi dirûşmeya “Em ji bo kedê butçeya gel a demokratîk dixwazin” li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê mîtîngek li dar xist. Pêkhateyên KESK’ê, sazî û dezgehên sivîl, parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) û nûnerên partiyên siyasî û bi sedan kes ji Kurdistan û bajarên herêmê beşdarî mîtîngê bûn. Bi qîrîna dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” daket qadan. Pankartên wekî “Em ê di erdhej, pandemî, şer, li her derê de bibin dengê gel û kedkaran”, “Dest nede TTB’ê”, “Pere tê bila neçe şeran”,  “Yên ku kêm qezenc dikin bila em bin”, “Qeyûm îradeya desteser dike”, “Bûdçeya aştiyê ne şer”, “Jin jiyan azadî”, “Em butçeyek zayendperest naxwazindixwazin” û “Dê KHK herin em ê vegerin” hatin vekirin.

Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl axivî û diyar kir ku yên ku her aliyê jiyanê diparêzin ew in û got: “Yên ku têkoşîna ked, azadî û edaletê didin em in. Em di nav wan kesan de ne ku şitilên rojên xweş ên ku bên di dest û dilê xwe de digirin. Ez îro hevalên xwe yên têkoşer ên ku Qada Îstasyonê ya Amedê û Qada Kartal a Stenbolê û hemû qad û qadên Tirkiyeyê bi coş tijî kirin, bi rêzdarî silav dikim.

Em wek karker, kedkar, teqawîtbûyî, ciwan û jin, bi milyonan li vî welatî dijîn, îro li vir in ji bo parastina azadî û paşeroja xwe li dijî rejîma yek zilamî ya ku jiyan û erdnîgariyê ji pandemî heta şer, ji qeyranan heta wêrankirina ekolojîk talan dike. Em li vî welatî her roj bi bêhiqûqiyeke nû re rû bi rû dimînin.

Hikûmeta AKP’ê ya ku bi salan e qeyûm tayîn dike li şaredariyên ku bi îradeya gel re rû bi rû mane, hevşaredarên hatine hilbijartin desteser dike û endamên meclîsa şaredariyan ji kar dûr dixe. Biryara betalkirina endamên TTB MK’ê, tirsandina hemû komên mûxalîf ên bi dara darazê ye. Em ê rêhevalên xwe yên TTB’ê yên ku bi salan mil bi mil meşiyan, bi tenê nehêlin.

Em bi dirûşma jin jiyan azadî, bêyî ku bitirsin û li dijî betalkirina Peymana Stenbolê, êrişên li ser mafên jinan ên di bin navê Guhertina Destûra Bingehîn û rêziknameyên ku hewl didin rê li ber zewaca zarokan vekin li vir in.”

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûranê diyar kir ku ji ber polîtîkayên hikûmetê xizanî roj bi roj zêde dibe û destnîşan kir ku wan ev butçe qebûl nakin. Tûranê wiha got: “Silav ji kesên ku ji bo parastina ked û siberoja xwe qadan tije kirine. Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê bi biryara dadgehê ji wezîfeyê hatin girtin. Ev biryar darbeyek li demokrasiyê ye. Rejîmên ku qeyûm li ser şaredariyan tên tayînkirin û şaredar û endamên meclîsê tên girtin, nikarin weke rejimên demokratîk bên gotin. Em jî dizanin ku li dijî van pêkanînên antîdemokratîk ên li dijî TTB’ê em ne bi tenê ne. Hûn nikarin TTB’ê bêdeng bikin. TTB çawa ku duh dest ji gotina xwe berneda, wê di pêşerojê de jî dev ji gotina rastiyê bernede.”

Herî dawî Parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Adalet Kaya axivî û siyasetmedar, rojnamevan û endamên TJA’yê yên dîl hatin girtin re silav kir. Kayayê anî ziman ku ji bo li dijî butçeya ne li ser esasê gel îtîraz bikin hatin gel hev û wiha got: “Em li vir ji bo aşitiyê ne ji bo butçeyê bang dikin. Em budçeyek li ser bingeha wekheviya civakî ya demokratîk dixwazin. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe budçeyek dixwazin. Em ê ti carî li dijî polîtîkayên zextan ên hikûmetê paşde gav navêjin. Yekane rêya rawestandina vî şerî Îmraliyê ye, divê em tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bişkînin. Heta ku pirsgirêka wekhevî û demokrasiyê ya Gelê Kurd neyê çareserkirin ti pirsgirêk çareser nabe.”

Di dawiyê de mîtîng bi konsera hunermend Kasim Taşdogan û gerandina govendê bi dawî bû.