11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Aştî û demokrasî bi azadiya Serok pêkan e’

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya 5 rojan dorveger kirin. Girtiyan diyar kirin ku çalakiya wan dê heta 15’ê Sibata 2024’an berdewam bike. Çalakiya girtiyan di roja 7’emîn de bi koma duyemîn berdewam dike. Her roj girtî bi rêya malbatan peyaman dişinin û dixwazin her kes li çalakiyê xwedî derkevin. Yek ji girtiyên siyasî Îsmaîl Tuzun ku li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê girtî ye bi rêya malbatê peyam şand. Tuzun bang li gelê kurd, rêxistinên civakî, saziyên demokratîk, rewşenbir, nivîskar, demokrat û aştîxwazan kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd tev li pêngavê bibkin. Tuzun, destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve divê berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Tuzun: Banga me ji bo gelê me ye

Tuzun, diyar kir ku ji bo azadiya fîzikî û çareseriya pirsgirêka kurd pêngavek hatiye destpêkirin û wiha got: “Em jî wekî qada Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tev li vê pêngavê bûne. Di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî li girtîgehan dest bi pêngavê kirin. Em jî tev li vê pêngavê bûn. Banga me ji bo gelê me ye. Bila gelê me jî tev li vê pêngavê bibin.”

‘Em deyndarê serokatiyê ne’

Tuzun, anî ziman ku dema ew tev li vê pêngavê bibin, tev li pêngava azadiya fizîkî ya Rêbertiyê dibin û wiha axivî: “Tevlêbûna me ya pêngavê tê wateya azadiya gelê kurd, azadiya jinê, azadiya ciwanan. Em hemû qad deyndarê serokatiyê ne. Êdî dem hatiye ku em vî deynê xwe yê ji bo serokatiyê bidin. 3 sal in bi tu awayî agahî ji Serok nayê girtin. Rewşa Serok çiye? Serok çawa dijî? Bi tu awayî agahiya me jê çênabe. Em dixwazin êdî hemû gelê me derkeve kolanan. Ji ber ku ev ne ew deme ku mirov li mala xwe rûnê. Dem hatiye ku mirov derkeve li kolanan azadiyê bixwaze.”

‘PDK îxanetê dike’

Tuzun, destnîşan kir ku sekna PDK’ê sekna îxanetê ye û wiha lê zêde kir: “Em hevkariye şermezar dikin. Ev sekna PDK’ê îxanet e. Em vê îxanetê şermezar dikin. Ev sekn û hevkariya  PDK’ê xizmeta gelê kurd û çareseriya pirsgirêka kurd nake. Hevkariya PDK’ê ya bi hikûmeta Tirkiyeyê re qet nayê qebûlkirin. Bila gelê me jî di ferqa vê yekê de be. Em silavên xwe ji wargehên azad re dişinin. Bila gelê me li pêngavê xwedî derkeve.”

Peyama ji bo siyasetmedaran

Tuzun bang  li rayedarên meclise û hikûmtê jî kir û wiha lê zêde kir: “Hemû kesên demokrat, siyasetmedar û aştîxwaz divê her kes li vê pêngavê xwedî derkeve. Divê her kes baş zanibe ku demokrasî û aştî bi azadiya Serok pêk tê. Heta ku Serokê me azad nebe, aştî û demokrasî jî pêş nakeve. Dîsa pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Îro li Tirkiyeyê pirsgirêka civakî, aborî û leşkerî heye. Hemû pirsgirêk girêdayî pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd jî bi azadiya Serokatiyê pêk tê. Îro li Îmraliyê pergalek qirkirinê pêk tê. Ev bandora xwe li hemû qadên jiyanê dike. Ji bo pirsgirêk çareser bibe, parlamenterên li meclise, hemû siyasetmedar, hunermend, akademisyen, rewşenbir, ronakbir û hemû pêşengên civakê divê tev li pêngavê bibin û rola xwe rast bilîzin. Divê hikûmet jî gavên demokratîk û aştiyane bavêje. Lê hikûmet naxwaze gav bavêje. Dixwaze polîtikayên xwe bi tecrîd û neçareseriyê mayinde bike.”

Tuzun herî dawî xwest rewşenbir, nivîskar, siyasetmedar û hemû kesên demokrat îro rabin ser piyan û bi gel re bibin yek û got: “Divê rewşenbir û demokrat di nava pêngavê de rolek rast bilîzin. Divê hemû li hikûmetê zextan bikin da ku hikûmet gavan bavêje.”