28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzan û Çolo

Weşana Aryen pirtûka Rêzan û Çolo ku nivîskar Roger Sozdar nivîsandiye derçû û gihişt ber destê xwînerên xwe. Nivîskar Sozdar, pirtûka çîrokan bi kurdî nivîsandiye.

Her berhema kurdî ya ku li wêjeya kurdî zêde dibe mirov kêfxweş dike. Yek ji berhama ku di nava vê salê de ji weşanên Aryen derçûye û hêjayî xwendinêye ya bi navê Rêzan û Çolo ye. Ev pirtûk ji aliyê nivîskar Roger Sozdar ve hatiye nivîsîn. Mijara pirtûkê çîrok e û bi zimanê kurdî ye. Pirtûk ji 96 rûpelan pêk tê û çîrokeke gelekî hestewar, balkêş û herikbar e.

Di pirtûkê de çîroka Rêzan û kûçikê wî Çolo vedibêje. Rêzan ku li gundekî Çiyayê Sîpanê bi dê û bavê xwe re dijî. Rêzan zarokekî xwedî taybetmendiyeke pir cuda ye. Ew li şûna bi zarokan re bilîze diçe li çol û newalan digere û dema xwe bêhtir bi kûçikê xwe Çolo re derbas dike.

Kurte dîyalogek ji

berhemê wiha ye:

“Ew gundê ku em ava dikin tê bîra te?”

“Erêê!”

“Ha li wî gundî her kes kincên bi vî rengî li xwe dike.”

“Çima?”

“Li wir her der kesk e. Lewma me got em jî di rengê xwezayê de bin.”

Rêzan, xwe di hundirê wan kincan de xeyal kir. Dû re Çolo. Dema wêneyê Çolo hat ber çavên wî keniya. Ji cihê xwe rabû û kefiya Nadyayê li xwe pêça. Got, “Vê carê ez jî dikarim bi we re werim?” Ristem got, “Hê na. Ji ber ku ew gund bi piranî jî ji zarokan re surprîz e.”

“Ma em ê çi wextê werin?”

“Hindik ma em biqedînin. Dîwarên xaniyan û rêyên gund mane. Heke tu aliyê me ji wan kevirên birqonek kom bikî, wê çaxê ew ê zû biqede û tu yê jî bikaribî werî.”

Nivîskar Roger Sozdar di sala 1985’an de li gundê Têco yê navçeya Qereyazî ya Erziromê hate dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Qereyazî, dibistana amadeyî li Enqereyê dixwîne. Piştî dibistana amadeyî demekê bi şanoyê re mijûl dibe. Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Eskişehirê di nîvî de dihêle. Di Kurd-Dera Enqereyê de bi kurdî skeç nivîsandin û dan pêşandan. Çîrokên wî di kovara Rozayê de hatine weşandin.

Di 2015-2016’an de di Servîsa Nûçeyên Kurdî ya Van TV’yê de dixebit. Piştî ku Van TV bi biryarnameyeke qanûnî hate girtin, bi çend hevalên xwe re yekem şanogeha zarokan a taybet a li herêmê bi navê Mavi Kuş (Çûka Şîn) ava kir. Ji ber sedemên aborî neçar man ku şanogehê bigirin.

Berhemên Wî:

Tazî (Roman), Weşanên Aryen, 2021 – Enqere