28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serpêhatî û çîroka Siwaro

Stranbêj û muzîkjen Siwaro li aliyekî ji me re hunera xwe pêşkêş kir, li aliyê din jî serpêhatî û çîroka xwe ya hunermendiyê bi me re parve kir. Siwaro ji me re behsa zor û zehmetiyên ku li Stenbolê pê rû bi rû dimîne jî dike.

Dema Serhed tê gotin mehên zivistanê serma, berf û bahoz tê hişê mirovan, di mehên havînê de jî zozan û hênikî ku xwesteke çûyîna wê herêmê zêde dibe. Tenê ev jî nîne, lewre dema ku Serhed tê gotin; bêguman dengbêjî jî tê hişê mirovan. Bi taybetî jî Evdalê Zeynikê, Şeroyê Biro, Reso, Şakiro û hwd. tê hişê mirov. Van dengbêjên navdar di dîrok û wêjeya kurdî de risteke girîng lîstine. Di roja me ya îro de jî dengbêj û hunermendên nû ji vê herêmê hiltên. Hunermend Siwaro jî yek wan e. Stranbêj û muzîkjen Siwaro li aliyekî ji me re hunera xwe pêşkêş kir, li aliyê din jî serpêhatî û çîroka xwe ya hunermendiyê bi me re parve kir.

Dengbêjî, hunermendî û hwd. çi tiştên ku bi çand û hunerê re eleqedar hebin heke di xwezaya mirov de nebe zehmete ku mirov dikaribe gavekê pêş ve biçe. Bi taybetî jî ev xwestek û huner xwe ji zarokatî ve dide xuyakirin. Çîroka destpêka hunerê ya Siwaro jî bi zarokatî destpê dike. Siwaro serpêhatiyên xwe wiha tîne ziman:  “Bi zarokatî min gelek ji muzîkê hez dikir. Bavê min jî stran digotin, di malbatê de jî apê min disitiriya, lewma jî meraqeke min li ser stranbêjiyê hebû. Hêj di zarokatiya xwe de min gelek ji muzîkê hez dikir. Di sala 2013’an de tembûreke bavê min hebû. Min bi wê tembûrê destpê kir. Ji ber ku di zarokatiya xwe de min pir stran guhdar kiribû ez ji qet ne xerîbê muzîkê bûm.”

Siwaro ku bi derfetên xwe hînî tembûrê dibe û hunera xwe pêş dixe berê xwe dide Stenbolê û dest bi muzîka kolanan dike. Siwaro, vê qonaxê jî wiha tîne ziman: “Bi qasî 5-6 salan min bi derfetên xwe li tembûrê xist. Piştre çûm li Stenbolê min hunera xwe berdewam kir. Dema ku min û te hev nas kir jî car caran ez diçûm Stenbolê û dihatim. Ev 5 sal in min dest bi muzîka kolanê kiriye.”

Belê Siwaro jî bi muzîka kolanan dest bi muzîkê kir lê niha bi awayekî profesyonelî karê muzîkê dike û konseran dide. Siwaro dibêje; “Berê hem li kolanan, hem jî li keştiyan min stran digotin. Lê niha tenê di keştiyan de bi awayekî fermî, girêdayî şaredariya Stenbolê distirêm.”

Li ser pirsa me ya ku strana herî jê hez dike û distirê kîjan e? Siwaro dibêje ew di demên dawî de herî zêde strana Seîd Yusuf a “Çavê Xezalê” hez dike û distirê. Ev stran gelekî bala wî dikişîne û ji bo me jî distirê.

Siwaro ji me re behsa zor û zehmetiyên ku li Stenbolê pê rû bi rû dimîne jî dike û bi taybetî zext û astengiyên ku dertê pêşiya hunermenda vegot. Jixwe stirîna bi zimanê kurdî bi serê xwe li metopolên Tirkiyeyê gelekî zehmet e û Siwaro dibêje dema ku wî dest bi mûzîka kolanê kir, qet texmîn nekiriye ku dê gelekî zehmetiyan bikişîn e û ev tişt anî ziman:  “Lê dema ku mirov bi kurdî bibêje hêj bêtir zehmet e. Lewre her tim tu li ber çavan e. Ez dikarim bêjim muzîkjenên li kolanan gelek zehmetiyan dikişînin. Bi taybetî yên kurd zêdetir bi van zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Mesela beriya niha bi çend mehan hevalekî me li Kadikoyê hat kuştin. Yanî mirov nizane dê çi bê serê mirov. Mînak tu stranên xwe distirê, tu dibîne ku yek ji wê de tê bela xwe li te dide. Mirov nizane ku barsiva wî çawa bide. Ev xeterî her tim heye.”

Bigumanan di xebata hunerî ya Siwaro de tiştên ku wî kêfxweş dike jî gelek in û dibêje; “Ji xeynî tiştên nexweş gelek caran mirov tiştên xweş jî dibîn e. Carna zarokek tê ber mirov, ji xwe re dilîze, kêfê dike. Carna tu dibîne malbatek tê. Heke tu kurd be, tu li kolaneke mezin jî muzîka xwe bike helê mirov rastî mirov tê û pê re hestên mirov jî bilind dibe. Kêfa mirov tê û hêzekê dide mirov.”

Kêm zêde em ji muzîkjenên li kolanan hunerê pêşkêş dikin haydar in. Car caran jî daxwaza muzîkê ji wan tê kirin. Li ser pirsa “herî zêde kîjan stran ji we tê xwestin?” Siwaro dibêje van tiştan tîne ziman: “Ez di keştiyê de stranan dibêjim. Zêdetirîn stranên kurdî distirêm. Strana ‘Ay Dîlberê’ gelek tê xwestin. Lewma jî dema ku keştî nêzî îskeleyê dibe ez hema strana ‘Ay Dîlberê’ distirêm.” Belê em jî di çarçoveya hevpeyvîna xwe de gelek stranî ji hunermend Siwaro guhdar dikin û van stranên xweş ji dengê wî yê zîz li ser qela xwe ya youtubeyê parve dikin. Em hêvîdarin ku hûn dê jî li ber dengê xweş ê hunermend Siwaro kêliyeke xweş derbas bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê